‘Yê ku aştiyê bîne Ocalan e' 2024-02-03 09:04:56 ÎZMÎR - Rêveberên ESP'ê yên ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketin greva birçîbûnê ya ji bo 3 rojan wiha gotin ku "Kesê aştiyê bîne Ocalan e" û ji bo "Meşa Azadiyê ya Mezin" jî banga xwedîderketinê kirin.    Tecrîda ku bi destê desthilata AKP'ê û MHP’ê li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê sepandin, wekî şer, xizanî û çewisandinê li gelê kurd û gelên Tirkiyeyê vedigere. Lewma li geleke deverên Kurdistan û Tirkiyeyê bertek nîşanî vê tecrîdê tên dayîn.    Piştî greva birçîbûnê ya ku girtiyên siyasî di 18’ê Mijdarê de li girtîgehan dan destpêkirin û Nobeda Edaletê ya ku ji aliyê xizmên girtiyan ve li derve hat lidarxistin, bi pêşengiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji Qers û Wanê ve "Meşa Azadiyê ya Mezin" hat lidarxistin.    Saziyên çep û sosyalîst ên bi gelê kurd re di nava piştevaniyê de ne jî piştgiriyê didin vê daxwazê.    Piştî grevên birçîbûnê yên li Stenbol û Enqereyê, Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) li Îzmîrê di navbera 31'ê çile û 2'yê Sibatê de dest bi greva birçîbûnê ya 3 rojan kir.   Endamê Desteya Rêveber a Navendî ya ESP'ê (MYK) Mûrat Çepnî têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Ocalan got: "Ev 3 sal in li Îmraliyê bi awayekî mutleq bêpêwendiyek heye. Pirsgirêka kurd bi xwe pirsgirêka sereke ya hemû pirsgirêkan e."   Çepnî anî ziman ku heya pirsgirêka kurd neyê çareserkirin, ne pêkan e ku mirov ji pirsgirêkên din rizgar bibe û wiha got: “Cihê ku faşîzm xwe lê xwedî dike, cihê neçeraseriyê ye û li vir tecrîd meseleya sereke ye. Em behsa rêberekî dikin ku gelê kurd wî wekî tekane muxatabê dibîne. Tecrîdkirina wî tê wateya berdewamkirina polîtîkayên şer."   'DIVÊ XWEDÎ LI MEŞA AZADIYÊ BÊ DERKETIN'   Mûrat Çepnî destnîşan kir ku ji bo dawî li polîtîkayên şer bê, divê têkoşîna azadiya gelê kurd a neteweyî û têkoşîna ked û azadiyê ya sosyalîstan bibe yek.   Çepnî got: "Di vê wateyê de divê Meşa Azadiyê ya ku di 1'ê Sibatê de ji aliyê saziyên siyasî yên kurd ve hat destpêkirin, xwedî lê bê derketin û bê belavkirin. Bêguman ev ne qonaxa dawî ya têkoşînê ye. Di vê mijarê de barê dikeve ser milê me ew e ku em van daxwazan li nav gelên Tirkiyeyê belav bikin û bikin rojeva çîna karkeran. Girtîgeh tenê meseleya kurdan û şoreşgeran e. Em ji bo piştgiriyê 3 rojan ketin greva birçîbûnê. Ev dê ne ya dawî be. Em têkoşîna hevalên xwe yên meşvan silav dikin û bang li hemû hêzên demokrasiyê dikin ku xwedî li vê têkoşînêd erkevin."    ‘YÊ KU AŞTIYÊ BÎNE OCALAN E'   Rêveberê Rêxistina ESP a Îzmîrê Hizir Alî Kiliç jî ku ket greva birçîbûnê ya 3 rojan, bal kişand ser greva birçîbûnê ya li girtîgehan a 69 roj in didome.    Kiliç got: "Ev berxwedan li dijî girtina di hucreyên yekkesî û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir. Yê ku pirsgirêkên gelê kurd biqedîne û aştiyê bîne Ocalan e. Li Kurdistanê ji 'Meşa Azadiyê' hat destpêkirin. Em vê meşa ku ji du milan ve didome silav dikin û ji bo xurtkirina piştevaniyê banga têkoşînê dikin."