Parêzer Savaşan: Heta nepêwendîdanîn bi dawî nebe dê tecrîd parçe nebe 2024-02-03 09:12:44 COLEMÊRG - Endamê Şaxa OHD'ê ya Colemêrgê Parêzer Umît Savaşan diyar kir ku awayê herî giran ên polîtîkayên tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan astengkirina pêwendîdanînê ye û got: "Heta nepêwendîdanîna mutleq ji holê ranebe dê tecrîd parçe nebe."    Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş di bin tecrîda girankirî ya li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê de ne, 35 meh in ti agahî nayê girtin. Hemû serlêdanên malbat û parêzeran bi hinceta cezayên “dîsîplînê” tên astengkirin. Di çarçoveya kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" li 72 navendên cîhanê di 10'ê Cotmehê de hatiye destpêkirin, çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger a ku di 27'ê Mijdara 2023'yan de li girtîgehan dest pê kiribû, berdewam dike. Di heman demê de xizmên girtiyan jî, ji bo piştgiriyê bidin kampanyayê li gelek bajaran çalakiya "Nobeda Edaletê" li dar dixin. Yek ji parêzerên Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Colemêrgê Umît Savaşan, tecrîda li ser Ocalan nirxandin.    AWAYÊ HERÎ GIRAN Ê TECRÎDÊ NEPÊWENDÎDANÎNA MUTLEQ E   Savaşan anî ziman ku hem tecrîdhem jî nepêwendîdanîna mutleq li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê sepandin û wiha got: “Tecrîd tê wateya ku mirov ji civakê û cîhana derve bê qurkirin. Bi tecrîdê re mirov ji cîhana derve tê qutkirin û îzolekirin. Tecrîdê ji roja ku girava Îmraliyê ava bûye, xwe bi awayekî rasteqîn nîşan daye."   PARASTIN   Savaşan diyar kir ku tecrîda li ser Ocalan, tecrîda herî giran e ango rewşa nepêwendîdanîna mutleq "incommunicado" ye û wiha got: "Bi incommunicadyoyê re kes û hişmendiya wî tune tê hesibandin ûbêyî îşkenceya fizîkî parçekirina hişmendiyê ye. Beriya her tiştî divê em ne li dijî tecrîdê, li hemberîbêpwendiya mutleq rawestin. Ji bo şikandina tecrîdê divê li hemberî rewşa bêpêwendîdanîna mutleq parastinek bê pêşxistin. Heta nepêwendîdanîna mutleq ji holê ranebe dê tecrîd parçe nebe."   LI TU DEVERA CÎHANÊ TUNE YE   Savaşan blêv kir ku polîtîkaya tecrîdê ya li Îmraliyê tê sepandin li tu devera cîhanê tune ye û got: "Em dibînin ku polîtîkaya tecrîdê ya li Îmraliyê tê meşandin tecrîdeke bêhempa ye. Ev pêkanîn ji bo Nelson Mandela û Antonio Gramsci jî nehatibûn sepandin. Ev rewş pratîkeke bêhempa ye ku dewleta tirk pêş xistiye û ji pêkanînên din ên tecrîdê cudatir e. Bêpêwendîdanîna mutleq a li ser birêz Ocalan tê sepandin, li tu devera cîhanê nehatiye dîtin."    SEDEMA SEREKE PÊŞÎGIRTINA LI BELAVBÛNA PARADÎGMAYÊ YE   Savaşan da zanîn ku sedema bingehîn a kûrkirina tecrîdê pêşîgirtina li belavbûna paradîgma û îdeolojiya Ocalan e û wiha dewam kir: “Hewl didin kesayeta birêz Ocalan tune bikin û parçe bikin. Bi vê re jî hewl didin ku vîna kurdan pûç bikin. Di rastiya xwe de tecrîd, li paradîgmaya birêz Ocalan û felsefeya wî ya bi salan e pêşxistiye tê sepandin."   'BI SER NEKETIN'   Savaşan anî ziman ku polîtîkayên tecrîdê bi ser neketine û got: "Nikarin bi tecrîdê û bi van rê û rêbazan pêşî li ber fikrên birêz Ocalan bigirin. Fikrên Ocalan Îmraliyê derbas kirin û li Rojhilata Navîn û Ewropayê belav bûn. Hem tecrîd hem jî bêpêwendîdanîna mutleq li ser birêz Ocalan tê ferzkirin. Tecrîd û bêpêwendîdanîna mutleq du tiştên cuda ne. Tecrîd tê wateya veqetandina mirov ji civakê û îzolekirin e."   Savaşan bilêv kir ku rengvedana hîrî nêz a polîtîkaya tecrîdê bi avakirina girtîgehên bi tîpa F, S, L û girtîgehên ewlekariya bilind xwe dide der û wiha domand: “Ev hemû rengvedanên tecrîdê ne. Lê heger tecrîd tune bûya, bêhiqûqîtî, tayînkirina qeyûman û qeyrana aborî ya ku civak di gelek qadên jiyanê de pê re rû bi rû maye, dê neketana vî halî. ABorî herî zêde di dema pêvajoya çareseriyê de baş bû. A rast tecrîd li vîna gelê kurd û li pêvajoya çareseriyê hat sepandin."