Koçkirina ji herêmên erdhejê didome 2024-02-03 09:21:15 AMED - Ji Komeleya Şopandin û Lêkolînê ya Koçberiyê ya Mezopotamyayê Veysel Moray diyar kir ku koçberiya li bajarên ji erdhejê bandor bûne berdewam dike û got ku divê rêxistinên sivîl li dijî vê rewşê polîtîkayên çareseriyê hilberînin.   Li gorî hejmarên fermî, di erdhejên 6'ê Sibata sala borî de ku navenda wan Mereş bû, 50 hezar û 783 kesan jiyana xwe ji dest da û bi milyonan kes neçar man koç bikin. Li gorî daneyên Navenda Şopandin û Lêkolînê ya Polîtîkayên Koçberiyê, di hefteya ewil a erdhejê de 2,2 milyon kes ji herêma xwe derketine û ev yek di 1'ê Adara 2023'yan de gihaştiye 3 milyon û 300 hezarî. Rêveberê Komeleya Şopandin û Lêkolînê ya Koçberiyê ya Mezopotamyayê Veysel Moray diyar kir ku desthilat erdhejê ji xwe re veguherandiye firsendekê û hewl daye demografyaya bajaran biguherîne.   POLÎTÎKAYA KOÇKIRINÊ   Moray diyar kir ku li ser navê Platforma Şopandin û Lêkolîna Koçberiyê ya di erdhejê de li qadan koçberiyê dişopandin û got: “Gelên Amedê birînên xwe derman kirin, bi lez bertek nîşan dan û bi lez torên hevgirtinê ava kirin. Ev yek li cihên din ne pêkan bû. Hefteya yekem a meha Adarê em çûn herêmên erdhejê û me dît ku berpirsyar nikarin çareseriya pêwîst peyda bikin. Em her ku diçûn torên dildar birînên mexdûrên erdhejê dicebirandin. Em li qadê bûn şahid ku polîtîkaya koçberkirinê hat meşandin. Me ev yek bi hevdîtinan teşhîs kir. Piştî erdhejê bi rojan guhnedêrî hat kirin û wêraniya li gundên Kurdên elewî ji nedîtî ve hat. Mirov nikaribû betaniyekê jî bi dest bixe. Ev jî pratîka vederkirinê bû."   ‘XWESTIN DEMOGRAFIYA BAJÊR BIGUHERÎNIN'   Moray bal kişand ku polîtîkayên koçberiyê yên mîna salên 90’î li herêma Kurdistanê hatin jiyîn û got: “Rewşa guhertina demografiya erdnîgariyê pêş ketiye. Aqilê dewletê hewl da ku krîza li wir veguherîne firsendekê. Me ev polîtîka bi otobusên ku wan ew anîn herêmên erdhejê, dît ku digotin 'kî bixwaze biçe Stenbolê dikare li vê otobusê yên bixwazin biçin Antalyayê jî dikarin li vê otobusê siwar bibin.' Yanî berê wan didan metrepolên ku bîra wan bimehîne. Me ev yek di salên 90'î de di dema şewitandina gundan û valakirina wan de dît. Bi taybetî yên ku çûn wir, rastî polîtîkayên asîmlasyonê û çewisnadinê hatin. Bi otobusan veguhastina mirovan ber bi metrepolan, nîşaneyeke eşkere ye ku dixwazin demografiya wir biguherînin."    Moray got: “Bi taybetî li herêmên kurdên elewî (Mereş, Semsûr, Meletî) dixwestin bê vîze mirovan bişînin Ewropayê."    Moray bi bîr xist ku polîtîkayên koçberiyê yên li Kurdistanê xwe disipêrên Plana Şark Islahatê û got ku lê desthilatê ji wê rojê heya niha lnikaribûye wê guhertina li gor dilê xwe bike.    ‘AMED BI POLÎTÎKBÛNA XWE BERSIV DA'   Moray bal kişand ser bangewaziyên koçberiyê yên li Amedê hatin kirin û wiha domand: “Amed bi taybet ji ber nasnameya xwe ya siyasî û pozîsyona xwe ya rêbertiyê din dihat xwestin ku were valakirin. Navê wê çi dibe bila bibe, reflekseke ku ji vir derkeve wê li hemû bajar û metropolên din ên Tirkiyeyê deng vede. Ji ber vê, ji bo wan valakirina Amedê gelekî girîng e. Di salên 90'î de gund hatin şewitandin, sewal hatin kuştin, mirov hatin qetilkirin, kuştinên kiryar nediyar û hwd. rû dan. Xwestin heya ji destê wan bê herêmê vala bikin.    Lê çanda hevgirtinê ya li vir, têgihiştina hevtemamkirinê, dema ji gundan ber bi bajaran ve hat jî neguherî. Polîtîkbûyîna wan ji wir tê. Ji bo amediyan bang kirin ku biçin Antalyayê. Banga saziyan a wê demê jî, ji ber vê xemê bû. Lê Amedê li vir bi lez û bez birîna xwe cebirand. Xwegihand gundên nedihatin naskirin û piştevaniyeke pir baş da der."   ‘DIXWAZIN HERÊMÊ JI KURDAN XALÎ BIKIN'   Moray destnîşan kir ku koçberî hê jî berdewam dike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Me daneyên mehên borî eşkere kirin; mehane nêzî 6 hezar kes koç dikin. Ji sedî 90'ê van koçberan kurd in. Her çiqas vê siyasetê şekl û rêbaza xwe guhertibe jî, heman siyaset e; xalîkirina kurdan ji herêmê, dûrxistina kurdan ji herêma kurdan. Lê wekî çareserî divê em zanibin pêdiviya vê axê bi me heye û heya ji destê me bê divê em çanda piştevaniyê bidin der, û ciwantiyeke kurd a li ser esasên feraseta kolektîf biafirînin.    DIVÊ EM XWEDÎ LI DÎROKA XWE DERKEVIN'   Ji bo ku em ji dîroka xwe, çanda xwe ya ku me dike me dûr nekeivn, divê em ji bo hebûna xwe li ber xwe bidin. Divê hevalên me yên li vir jî rê û rêbazekê bibînin ku heta ku ji destê wan tê li vir bimînin. Rêxistinên sivîl dikarin pêşengiyê bikin. Her wiha li vî bajarî sepandina polîtîkayên qeyûmtiyê jî polîtîkayên kilberkirinê ne."    MA / Eylem Akdag