Derbarê 71 kesên mafê xwe ye protestoyê bikaranîn de doz hate vekirin 2024-02-03 11:24:59 STENBOL - Sala par li navçeya Kadikoyê komploya navnetewî ya di 9’ê cotmeha 1998’an de li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin bi çalakiyekê hate şermezarkirin. Derbarê 71 kesên di çalakiyê de cih girtin de doz hate vekirin.    Têkildarî komploya navnetewî ya di 9’ê cotmeha 1998’an de li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin di 8’ê cotmehê de li navçeya Kadikoyê çalakiya şermezarkirinê hatibû lidarxistin. Derbarê 71 kesên di çalakiyê de cih girtin de doz hate vekirin. Derbarê çalakvanên ku Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr, Hevberdevka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Herêma Marmarayê Dîlber Demîr û yek ji malbata girtiyan Kumrî Akgul ku di çalakiya Nobeta Edaletê de ye di nav de ji “Mûxalefeta li dijî Qanûna Civîn û Xwepêşandanan” doz hate vekirin.    Îdianameya ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Edliyeya Anadolû ya Stenbolê ve hatiye amadekirin ji aliyê 1’emîn Dadgeha Ceza ya Asliyeyê ve hate qebûlkirin. Danişîna ewil a doza kesên ji ber mafê xwe yê protestoyê dê werin darizandin dê di 10’ê îlonê de were lidarxistin.