Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê serdana esnafan kir 2024-02-03 16:31:10   SÊRT - Hevserokê DEM Partiyê yê Sêrtê Eşref Tekîn ku di serdana esnafan de axivî bal kişand ser hilbijartina 31’ê Adarê û wiha got: “Divê ji bo vîna gel rêz bê girtin û careke din qeyûm neyên vî bajarî.”   Namzetên hevşaredariyê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên Sêrtê Safiye Alagaş û Mehmet Kaysi û namzetê navçeya Tiloyê Kasim Yildiz bi rêxistina partiya xwe ve serdana esnafên li ser rêya Abdûllah Bagiş a Bûlvara Îhsan Tan a girêdayî Taxa Bahçelîevlerê kirin. Namzetan xwe bi esnafan dan naskirin û ji bo hilbijartinê piştgirî xwestin. Esnafan jî namzet bi dilgermî pêşwazî kirin û soza piştgiriyê dan. Hevserokên DEM Partiyê yên Sêrtê Revşan Aslan û Eşref Tekîn û rêveberên partiyê di serdanê de cih girtin.    Di serdanan de Hevserokê DEM Partiyê Eşref Tekîn destnîşan kir ku di 31’ê adarê de vîna gelê Sêrtê dê serbikeve. Tekîn, diyar kir ku heke partiya wan ser bikeve divê rêz bê girtin û divê careke din qeyûm neyên vî bajarî û wiha got: “Vîna gel çibe, em jî vê vînê qebûl dikin.”   Her wiha namzetan serdana şîneke li taxê jî kirin û ji malbatê re sersaxî xwestin.