Li Avkevirê pêşwazîkirin bû şahî: Em ji bo pêşeroja zarokên xwe dimeşin 2024-02-03 17:34:00 AGIRÎ - Meşvanên Azadiyê li navçeya Avkevira Agiriyê bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. Parlamentera DEM Partiyê Adelet Kaya ser navê meşvanan axivî. Kaya bal kişand ser politîkayên şer û wiha got: “Em ji bo pêşeroja zarokên xwe dimeşin.”   “Meşa Mezin a Azadiyê” ya bi daxwaza pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd a demokratîk, ji du baskan ve hatiye destpêkirin, di roja 3’yemîn de berdewam dike. Meşvanên di baskê Qersê de cih digirin, gihiştin navçeya Avkevir a Agiriyê. Meşvanên bi coşeke mezin, bi çepikan hatine pêşwazîkirin, li vê derê daxuyaniyek dan.    Ser navê meşvanan Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalat Kaya axivî û derbarê kampanyayê de hin agahî parve kirin. Kaya polîtîkayên demdirêj yên li dijî siyaseta demokratîk tên meşandin bi bîr xist û ev tişt gotin: “Bi qasî ku ji nirxên demokratîk dûr dikevin, tundî belavî her qedeke jiyana me dibe. Her ku diçe krîza aborî kurtir dibe. Ev krîz herî zêde kurdan bandor dike. Îro ciwanên Agiriyê neçar dimînin ku koçî welatên cuda yên cîhanê dikin. Em ji bo pêşeroja zarokên xwe dimeşin.”   ‘LI DIJÎ ŞER JIYAN’   Kaya bi bîr xist ku ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 35 mehan zêdetir e, tu agahî nayên girtin û wiha axivî: “Ji bo me xala bingehîn azadiya fizîkî ya birêz Abdullah Ocalan e. Ji çareserkirina pirsgirêka kurd a demokratîk bêhtir tu rê nîn e. Her roj li vî welatî jin û zorok tên qetilkirin. Sûcên cerdevan, leşker û polîs dikin, tên veşartin. Ev encama polîtîkayên şer in. Em desthilata ku şer weke pîroz dibîne red dikin. Em li dijî mirinê, jiyanê diparêzin. Ji bo ku dawî li şer were divê demildest bi birêz Ocalan re hevdîtin were kirin.”    ‘PÊŞWAZÎKIRIN VEGUHERÎ ŞAHIYÊ’   Daxuyanî bi dirûşmên "Ramanên Îmrali azadîya gelan e" û "Bijî berxwedana zîndanan" bi dawî bû. Girse piştre li mekaneke nêzî avahiyê partiyê bi gel re civiya û derbarê meşê de hin agahî hatin parvekirin. Civîna gel bi gotina merş û stranan vegûherî şahiyê.    Meşvan piştî şahiyê ber bi navenda Agiriyê ve ketin rê. Meşa ku dê sibê bikeve roja xwe ya 4’emîn, dê bi navçeya Panosê berdewam bike.