Li Dîlokê helîkopterek ket 2024-02-04 08:44:30 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Dîlokê helîkoptereke polîsan ji ber “qezayê” ket û 2 polîs mirin.  Wezîrê Karên Hundir ê Dewleta Tirk Alî Yerlîkaya ragihand ku helîkoptereke ayndê Serokatiya Daîreya Hewavaniyê ya Midûriyeta Giştî ya Emniyetê li gundê Kartalê ya navçeya Nûrdagi ya Dîlokê ji ber “qezayê” ket. Hat ragihandin ku di encama ketina helîkopterê de 2 polîs mirin.