ROJEVA 4’Ê SIBATA 2024’AN 2024-02-04 09:00:07   * ANKA-DER'ê ji bo heyama nû ya zimanê kurdî û her wiha ji bo kursên erbane, baxleme, resim û gîtarê jî dest bi qeydan kir.   * Di dema qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya berê Mûstafa Yaman de, di bin navê "Lêçûnên Temsîl û Ezimandinê" de 11 milyon û 481 hezar TL hatibû xerckirin. Der barê vê de doz hatibû vekirin. Doza nelirêtiyê tevî delîlan jî, bi biryara "feraxetê" ya qeyûmê nû, hat nixumandin.    * Abdûrrahman Ayhan ku gava xwendekarê Fakulteya Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Enqereyê bûye Abdullah Ocalan nas kiriye, anî ziman ku her kes gava ew nas dikir dibû heyranê wî û got ku paradîgmaya Modernîteya Demokratîk komploya navdewletî pûç kiriye.    * Navçeya Nurdagi ya ku bandoreke mezin ji erdhejê girt, ji ber avahiyên hilweşiyayî wekî çolekê xuya dike. Navçeya Îslahiyeyê jî bi xebatên çandiniyê li ser pêyan e.   * Li herêmên erdhejê hêj jî birînên gel nehatine pêçandin û li hêla din jin di dorpêça tundî û xizaniyê de ne. Rêxistinên jinan diyar kirin ku li dijî vê rewşê tişta divê ji ewilî bê kirin xwe birêxistinkirin e.    * Meşa Mezin a Azadiyê dê di roja çaremenîn de jî berdewam bike. (10.00-17.00) ZINDÎ   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li gelek bajaran hatiye destpêkirin didome. (11.00-17.00)   * Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan dê têkildarî biryarên civîna MYK’ê li navenda giştî ya partiyê daxuyaniyê bide. (14.00) ZINDÎ