Li ser medyaya dijîtal dê kampanyaya ‘Ji Ocalan re azadî’ bê destpêkirin 2024-02-04 13:27:46   AMED - DBP dê ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ser medyaya dijîtal kampanyayê bide destpêkirin.    Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ragihand ku dê li ser medyaya dijîtal bi sernavê “Azadî ji Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka kurdan re” kampanyayê bidin destpêkirin. DBP’ê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskê parve kir û wiha got: “Di sala 2019’an de bi rêzdar Abdullah Ocalan re du caran hevdîtina bi parêzeran pêk hat û di sala 2020’an de jî tenê carekê li ser telefonê hevdîtin kir. Ji wê rojê ve şertên tecrîda giran û agahînestendina mutleq a ku çar sal in bênavber didome, encameke wisa ava dike ku di pirsgirêka kurd de çaresernekirin kûr dibe. Her wiha li Kurdistanê dibe sedema kûrbûna şer û siberoja gelên herêmê tê desteserkirin. Li hemberî tecrîda mutleq û polîtîkayên agahînestendinê, bi şîara ‘Azadî ji Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka kurdan re’ me di 1’ê sibatê de ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ dabû destpêkirin û ev meş bajar bi bajar, navçe bi navçe, gund bi gund û tax bi tax didome. Di heman demê de grevên birçîbûnê yên ku li girtîgehan û Nobetên Edaletê yên ku li gelek bajaran didomin, wekî mînaka berxwedaneke mezin berdewam dikin.”   KAMPANYA DI 14’Ê SIBATÊ DE TÊ DESTPÊKIRIN    Di daxuyaniyê de hat gotin ku kampanya dê di 14’ê sibatê de bê destpêkirin û wiha bi dawî bû: “Ji bo bidawîkirina tecrîda mutleq û çareseriya demokratîk a doza kurdan, girîng e ku em gotina xwe ragihînin ji qadên dîjîtal, li van qadan li hemû kesan û li her cihî belav bikin.  Seferberiya ku wê di qadên dîjîtal de bidome, ji bo bidestxistina serkeftinê wê roleke girîng bilîze. Di vê çarçoveyê de di 14’ê sibatê de wê bi pêşengiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) kampanyaya hashtagê ya bi navê ‘Azadî ji Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka kurdan re’ were destpêkirin. Em bang li hemû saziyên navneteweyî, sendîka, partiyên siyasî, çalakvanên mafên mirovan û bi kurtasî bang li hemû hêzên demokrasiyê dikin ku tev li van kampanyayên berfireh ên li ser qadên dîjîtal bibin.”