DEM Partî: Em ê li Stenbolê bi namzetên xwe bikevin hilbijartinê 2024-02-04 14:02:39 ENQERE - Hevberdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan da zanîn ku dê li Stenbolê bi namzetên xwe bikevin hilbijartinê û dê namzetên xwe heta 9’ê sibatê zelal bikin. Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Navenda Giştî ya Partiyê têkildarî biryarên Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) daxuyaniyê dide. Dogan, da zanîn ku dê li Stenbolê bi namzetên xwe bikevin hilbijartinê û namzetên wan dê heta 9’ê sibatê zelal bikin.   Dogan, wiha got: “Niha êdî ji bo Stenbolê DEM tê. Me biryar da ku li Stenbolê bi namzetên xwe bikevin hilbijartinê. Em ê heta 9’ê sibatê zelal bikin bê ka li Stenbol û deverên din ên Tirkiyeyê dê bi kîjan namzetan bikevin hilbijartinan. Em dibêjin ku êdî ji bo Stenbolê dem dema DEM’ê ye. Ji bo Tirkiyeyê êdî dema DEM’ê ye. Ji bo me dema DEM’ê tê wateya demên wekhevî, azadî, edalet û aştiyê. Lewma beriya ku zêde vehêlin me xwest biryarên MYK’ê bi we re parve bikin.”    BERSIVA BAŞAK DEMÎRTAŞ   Dogan, ji bo pirseke têkildarî endamtiya Başak Demîrtaş jî ev bersiv da: “Em ê heta 9’ê sibatê navên namzetên xwe eşkere bikin. Namzetiya Başak Demîrtaş jî di hawizê de ye.”