Li pêşiya girtîgeha greva birçîbûnê lê didome daxuyanî hat dayîn: Em ê teqez bi ser kevin 2024-02-04 15:05:55   AGIRÎ - Baskê “Meşa Mezin a Azaadiyê” yê Qersê li pêşiya Girtîgeha Panosê daxuyanî da. Ji meşvanan Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Kerem Canpolat got ku ew ê teqez bi ser kevin.    “Meşa Mezin a Azadiyê” ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk hatiye destpêkirin di roja 4’an de didome. Kesên di baskê meşê yê Qersê de cih digirin li pêşiya Girtîgeha Tîpa L a Panosê ku bi heman daxwaza greva birçîbûnê lê hatiye destpêkirin û daxuyanî da.    'EM Ê TEQEZ BI SER KEVIN’   Di daxuyaniyê de dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin. Ji meşvanan Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Kerem Canpolat di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Meşa me li dijî mrinê jiyanê, li dijî tarîtiyê jî ji bo parastina ronahiyê ye. Gelê me ji bo mirin çênebin têdikoşe. Em dixwazin hemû gelên li Tirkiyeyê piştgiriyê bidin me. Niha li girtîgehan greva birçîbûnê heye. Em tevekan silav dikin. Ew bi hêviyeke mezin me dişopînin. Em ê teqez bi ser kevin û tecrîda li ser birêz Ocalan rakin.”    Tekîn Ozdemîr ku bavê Helîn Ozdemîr a di greva birçîbûnê de ye jî wiha got: “Keça min di greva birçîbûnê de ye. Ez jî dixwazim tecrîd bê rakirin û parêzer û malbat bikarin bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikin.”    Meşvanan bernameya xwe ya îro bi dawî kirin.