Li Roboskê bîranîn: Werin em dest bidin destê hev 2024-02-04 15:48:11 ŞIRNEX - Meşvanên Azadiya Mezin ên gihiştin herêma Botanê, kesên li Roboskê bi bombebarana balafirên şer hatin qetilkirin bi bîr anîn. Halîme Encu ya bang li dayikên leşker û polîsan kirin ev bang kir: “Werin em dest bidin destê hev.”   “Meşa Mezin a Azadiyê” ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk hatiye destpêkirin di roja 4’an de didome. Baskê meşê yê Wanê derbasî gundê Roboskê yê navçeya Qileban a Şirnexê bû û li vir serdana Goristana Roboskê kir. Malbatên Roboskê şande bi wêneyên kesên di Komkujiya Roboskê de jiyana xwe ji dest dan pêşwazî kir. Meşvanên azadiyê yek bi yek malbat silavkirin û derbasî goristanê bûn.    BANG LI DAYIKÊN LEŞKERAN KIR: WERIN EM BÊJIN ÊDÎ BES E   Piştî meşa bi dirûşma “Şehîd namirin” hate kirin, li goristanê ewilî dua hatin kirin. Dû re Halîme Encu axivî û anî ziman ku 13 sal in edalet nehatiye Roboskê û Kurdistanê. Encu, xwest ku tu komkujiyên din çênebin û wiha got: “Em hemû aştî, edalet û yekitiyê dixwazin. Te çima ev komkujî kir hey zalim? Çi guneha 34 kesan hebû? Êdî bes e. Em bang li dayikên leşker û polîsan dikin. Em bang li hemû dayikên kurd dikin. Werin destê xwe bidin destê me. Bila êdî komkujî çênebe. Em aştî, azadiyê û yekitiyê dixwazin. Rondikê çavên dayikan heman in. Em hemû dest bidin destê hev û em bêjin êdî bes e. Dilê me dişewite.”   ‘100 SAL JÎ DERBAS BIBIN EM Ê KOMKUJIYÊ JI BÎR NEKIN’    Parlamentera DEM Partiyê Sumeyye Boz a pişt re mafê axaftinê wergirt, diyar kir ku 4 roj in di rê de ne û da zanîn ku meşa wan dê heta 15’ê sibatê berdewam bike. Boz, anî ziman ku ji bo komkujiyeke din a weke Roboskê çênebe di rêyan de ne û wiha got: “Ev meş ji bo pêşiyê li komkujiyan, zulman û zaliman bigire ye. Ji ber wê yekê dê ev meş heta ku aştî, azadî û yekitî pêk were dê berdewam bike. Em çend hin tiştan bêjin jî tu wateya wê nabe. Me bi dayikên me yên li vir re qurbaniyên komkujiyê weke roja ewil bibîranîn. Sed sal jî derbas bibe em ê komkujiyê ji bîr nekin, nedin jibîrkirin.”   ‘DIVÊ BINGEHA DIYALOGÊ BÊ AVAKIRIN’    Boz, diyar kir ku dê qurbaniyên komkujiyê her tim bi bîr bînin û wiha berdewam kir: “Li vir 34 kes hebûn, 19 jê zarok bûn. Balafirên şer ên dewleta tirk bombe baran kirin û ew qetil kirin. Li Kurdistanê komkujî qet nesekinîn û faîlên van bi bêcezatiyê hatin xelatkirin. Bila êdî kes di komkujiyên weke Vartînîs û Roboskê de jiyana xwe ji dest nedin. Bila aştî û azadî were ser vê axê. Ji ber vê yekê jî divê çareseriyê pirsgirêka kurd ku birêz Ocalan daniya holê were axaftin û bingeha diyalogê bê avakirin.”   Piştî axaftinên hatin kirin, gul danîn ser goran. Malbatan gorên zarokên xwe yên li ser bû paqij kir û ji bo xizmên xwe bi şandeyê re dua kirin.    Meşvanê azadiyê derbasî navçeya Qilebanê bûn.