Midûrê polîsan ê ‘hilbijêrê xeyalî’ lêkolîna îtîrazan kiriye 2024-02-05 09:02:27 MÊRSÎN - Derket holê ku Midurê Polîsan ê Akdenîzê Ebûbekîr Fîl ku di nava “hilbijêrên xeyalî” yên DEM Partiyê li navçeya Akdenîzê îtîrazî wan kiriye de ye, têkildarî îtîrazan lêkolîn kiriye.  Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Mêrsînê piştî ku lîsteyên hilbijêran ên têkildarî hilbijartinên herêmî yên di 31’ê adara 2024’an de hatin daliqandin tespîtkirin ku li 55 navnîşanên navçeya Akdenîz a Mêrsînê hezar û 616 hilbijêrên xeyalî hatine qeydkirin. Derket holê ku îmzeya Midurê Polîsan ê Akdenîzê Ebûbekîr Fîl ku di nava “hilbijêrên xeyalî” yên DEM Partiyê li navçeyê îtîrazî wan kiriye de ye, di nava kesên ku têkildarî îtîrazan lêkolîn kiriye de ye. Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan ê têkildarî mijarê axivî, diyar kir ku ew têkildarî îtîrazên li ser hilbijêrên “gumanbar” ên Şaredarê Akdenîzê yê AKP’î Mûstafa Gultak veguhestine navçeyê li Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê kirine nikarin tu encaman bidestbixin û anî ziman ku têkildarî veguhestina hilbijêran a neqanûnî serlêdanên partiyên din jî hene.    NELIRÊTIYÊN LÊKOLÎNKIRINÊ    Bozan, anî ziman ku ji bilî encamnegirtina îtîrazan li gorî usulê jî lêkolîn nehatiye kirin û bi lêv kir ku piştî îtîrazê lijneyê ji miduriyeta polîsan re nivîsa “Ev kes li van navnîşanan rûdinin an narûnin?” nivîsandiye lê miduriyeta polîsan şûna ku lêkolîna derbarê van kesan de di cih de bike, li ser maseyê kiriye. Bozan bi gotina “Li gorî encamê xuya dike ku du polîsan tenê di rojekê de navnîşana 692 kesan lêkolînkiriye” bal kişand nelirêtiya hatiye kirin.    Parlamenterê Mêrsînê Alî Bozan   Bozan, da zanîn ku di serlêdanê de ji ber Midurê Polîsan ê Navçeyê Fîl û malbata wî ji navçeyeke din veguhestine Akdenîzê xwestine ku lêkolînkirina veguhestina hilbijêran cenderme û Lijneya Hilbijartinê bike û wiha got: “Li gorî encamên me ji lijneya hilbijartinê wergirtine, di bersiva hemû nivîsan de îmzeya Midurê Polîsan ê Navçeyê Ebûbekîr Fîl bi xwe heye. Kesê me têkildarî veguhestina hilbijêran a bêusul îtîrazî wî kiriye, di heman demê de lêkolînê jî dike.”   MHP’Ê JÎ ÎTÎRAZ KIRIYE   Bozan, bal kişand ku di nava îtîraza ku MHP’ê 16’ê çileyê kirî de ye Midûrê Polîsan ê Navçeyê Fîl jî di nav de cih digire û anî ziman ku di binê lêkolîna weke “hem Fîl hem jî malbata wî li Akdenîzê rûdinin” hatiye amadekirin de dîsa îmzeya Fîl heye. Bozan axaftina xwe wiha domand: “Me gotibû ku Midurê Polîsan ê Navçeyê Fîl û malbata wî ‘hilbijêrên xeyalî’ ne û hilbijêrên bêusul veguhestine. MHP jî bi me re heman tiştî difikire û di vê mijarê de serlêdana fermî kiriye.”   HEWLDANÊN HIQÛQÊ DÊ BERDEWAM BIKIN    Bozan ê diyar kir ku AKP’ê jî di 17’ê çileyê de ji bo 191 kesan îtîrazî Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê kiriye, axaftina parlamenterê AKP’ê yê Mêrsînê Alî Kiratli ya “DEM Partiyê 5 hezar û 500 hilbijêrên bêusul veguhestine” ku li Meclisê kiribû bi bîr xist û wiha domand: “Li aliyekî Rêxistina AKP’ê ya Navçeyê li aliyê din Kiratli ji milyonan kesan re derew kir. Me beriya niha jî bang kiribû û gotibû ku; an îdiaya xwe îspat bike an jî lêborînê bixwaze û îstîfa bike.” Bozan, da zanîn ku Navenda wan a Giştî jî dê îtîrazî Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) bike û destnîşan kir ku encama ji vir jî derkeve nayê guhertin lê dê hewldanên xwe yên hiqûqî bidomînin.   MA / Ergîn Çaglar