Kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dayîn dê bên bibîranîn 2024-02-05 09:58:48 NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya yekemîn salvegera erdhejên Mereşê dê li gelek bajaran bîranîn bên lidarxistin. Serê sibehê saet di 04.17’an de dê meşên bi meşaleyî ben lidarxistin û daxuyanî bên dayîn.    Di erdhejên 6’ê Sibatê yên navenda wan Mereşê de li Semsûr, Meletî, Mereş, Dîlok, Hatay, Amed û Rihayê hilweşîneke mezin çêbû û îro û sibe dê bi boneya salvegera edhejê gelek çalakiyên bîranînê bên lidarxistin.    SEMSÛR   Bi tevlibûna Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan re dê saet di 12.00’an de dê Cemxaneya Karapinarê bê ziyaretkirin. Saet di 14.00'ê de jî dê li qada konteynira DEM Partiyê ya li Taxa Karapinarê bi gel re civîn bê lidarxistin. Saet di 16.00’an de jî dê li bajarokê Bulam ê navçeya Çêlikanê bi gel re civîn bê lidarxistin.    MEREŞ   Bi tevlibûna Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari re dê saet di 11.30’an de goristan bên ziyaretkirin. Saet di 13.00'ê de jî dê gundê Çîgîlî yê navçeya Dulkadîroglûyê bê ziyaretkirin. Piştre jî dê saet di 14.00’an de cemxaneya navçeya Narliyê bê ziyaretkirin. Partiyî dê saet di 15.00’an de biçin serdana Bazarcixê ku navenda erdhejê bû û wêraniyeke mezin lê çêbûbû.    MELETÎ   Rêxistina DEM Partiyê ya Meletiyê dê bi tevlibûna Tuncer Bakirhan di 6’ê sibatê saet di 11.00’an de biçe serdana mexdûrên erdhejê yên li bajarê konteyniran ê Cemal Gursel. Saet di 12.00'an de jî dê li qada konteynira DEM Partiyê yê li navçeya Çirmikê loqme li mexdûrên erdhejê bên belavkrin. Bername dê saet di 12.30'an de bi civîna gel a ku dê li xaçerêya Emekesîz a navçeya Çîrmîkê bi dawî bibe.    RIHA   Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê jî dê di 6’ê sibatê saet di 12.30’an de li pêşiya AVM’a Ahmet Bahçivan a li navçeya Halîliyeyê têkildarî erdhejê daxuyaniyê bide. Piştre jî dê ji bo bîranîna kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane saet di 18.00’an de li navçeya Karakopruyê li eywanekê mewlîd bê dayîn.    DÎLOK   Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dîlokê dê di 6’ê sibatê saet di 17.30’an de li Qada Demokrasiyê ya navçeya Islehiyeyê daxuyaniyê bide.    DÊ SAET DI 04.17'Ê DE BÎRANÎN BÊ LIDARXISTIN   Dê li tevahiya navendên bajarên ku ji erdhejê bibandor bûyîn, serê sibehê saet di 04.17’ê de meşên bi meşaleyî bên lidarxistin û daxuyanî bên dayîn.