Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Bazara li ser hebûna kurdan’ derket 2024-02-05 11:05:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 216’an a Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Bazara li ser hebûna kurdan” derket.    Hejmara 216’an a Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Bazara li ser hebûna kurdan” derket. Di hejmara vê hefteyê de rojnameyê bal kişand ser armanca serdana Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin a bi Mesût Barzanî re. Di surmanşeta rojnameyê de “DEM Partî vengê mexduran a” cih da salvegera erdheja 6’ê Sibatê û hewldanên DEM Partiyê yên ji bo mexdûrên erdhejê.    Rojnameyê di rûpela jinê de bi sernavê “Jin têkoşîna xwe xurt dikin” bal kişand ser encama civîna salane ya Kongra Star a ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye di 27’ê çileyê de bi dirûşma "Bi pêşengiya Zelal û Nûdeman em ê tecrîdê bişkînin û rêxistina xwe ava bikin” pêk anîbû. Di heman rûpelê de bi sernavê “Jinên êzidî li ber xwe didin” bal kişand ser encama konferansa Jinên Êzidî ku li Ewropayê hatibû lidarxistin.    Di hejmara vê hefteyê di rûpelê hevpeyvînê de bi sernavê “75 kes ji bo azadiyê dimeşin” bal kişand ser girîngî û wateya “Meşa Mezin a Azadiyê.”