Komên girêdayî Şamê êrişî QSD’ê kirin 2024-02-05 12:20:49 NAVENDA NÛÇEYAN - QSD’ê ragihand ku di êrişa ji aliyê komên girêdayî hikumeta Şamê hate lidarxistin de 6 şervanên wan jiyana xwe ji dest dane.    Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku li Dêrazorê di êrişeke komên girêdayî hikumeta Şamê de li Dêrazorê 6 şervanên wan jiyana xwe ji dest dane. Navendê di daxuyaniyê de got ku: “Di êrişa balafireke xwekuj de ku ji herêmên çeteyên hikumeta Şamê hatiye, li dijî akademiya perwerdeyê ya li zeviya El Omer a rojhilatê Dêrazorê 6 şervanên me şehîd bûne."   Di dewama daxuyaniyê de navendê wiha destnîşan kir: “Di dema ku em êrişa terorîst şermezar dikin, em ê bersiva guncew bidin jêdera êrişê.”