Bakirhan: Em derfetên şaredariyan bînin Semsûrê 2024-02-05 14:27:14 SEMSÛR - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan ku li Semsûrê bi mexdûrên erdhejê re hevdîtin kir diyar kir ku ew ê hemû derfetên şaredariyên ku di hilbijartinên herêmî de bi dest bixin, bînin herêma erdhejê. Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan û şandeya pê re, çûn herêma erdhejê ya di 6'ê Sibata 2023'yan de li Mereşê pêk hat. Bakirhan beşdarî bîranîna ku ji bo kesên di erdhejê de jiyana xwe ko dest dan li Cemxaneya Karapinarê ya li Semsûrê bû. Di bernameya bîranînê de loqme hatin payêkirin. Bakirhan û kesên pê re piştre çûn Goristana Karapinarê ya ku gorên kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane lê ne. Kesên çûn goristanê qurnefîl danîn ser goran. Bakirhan piştre çû kontey6nera ku partî lê ye.    'DANEYÊN ERDHEJÊ LI KU NE?'   Bakirhan li vir axivî. Bakirhan diyar kir ku pirsgirêkên li herêma erdhejê tevî sozên hatine dayîn jî dewam dikin. Bakirhan ku pirsî "Bacên erdhejê li ku ne?" diyar kir ku ger bacên erdhejê rast bên bikaranîn 15 milyon welatî dikarin di xaniyên saxlem de bijîn. Bakirhan anî ziman ku desthilatê Tirkiyeyê ber bi kendal ve biriye û got: "Rêveberiya ku aboriyê wêran kir û xera kir û demokrasiyê ji holê rakir, bacên erdhejê jî tune kir. Ji ber vê yekê em hîn di kon û konteyniran de ne. Ji ber vê yekê ava me ya vexwarinê tune ye. Ji ber vê yekê zarokên me baş nayên xwedîkirin û ne xwedî derfetên perwerdehiyê ne. Çima? Ji ber ku bacên erdhejê tune kirin. Hikûmeta ku divê di vê mijarê de xwe rexne bike, mixabin hesab nade, berevajî vê hesab dipirse."    'BERHEMA DESTHILATÊ YE'   Bakirhan bal kişand ku erdhej ne "çarenûs" e û got: "Her çendî welatê me welatê erdhejê ye jî, tevdîr negirtin. Li şûna ku tevdîran bigirin, qadên erdhejê, xeta fayê, robar û peravan xistin ber îmarê. Tişta herî baş ku vê desthilatê kiriye, avakirina xaniyan e. Îro li vir berpirsyariya herî mezin a tiştên ku têns erê me û encamên erdhejê, ya detshilatê ye. Polîtîkayên desthilatê ne. Dizanin ku Tirkiye welatekî erdhejê ye. Wezîrê rêzdar (Murat Kûrûm) dibêje, 130 hezar, lê em dizanin ku ev hejmar zêdetir e, li vir gelek kesan jiyana xwe ji dest da. Lê mixabin li welat rê li ber hevgirtina mexdûrên erdhejê hat girtin. Dewleta ku di roja erdhejê de guhnedêrî kir, rêxistinên sivîl ên ku dixwestin alîkariya we bikin asteng kirin, piştevaniya me asteng kirin..."   Bakirhan destnîşpan kir ku kesên ku divê lêborînê ji gelê Semsûrê bixwazin rabûne doza "helaliyê" dikin.    Bakirhan di berdewama axaftina xwe de got ku ew ê hem li kuçeyê hem jî li parlementiyê di warê hiqûqî de berdevkiya xem û kulên gelê Semsûrê bikin û got ku ew ê hemû derfetên şaredariyên ku di hilbijartinên herêmî de bi dest bixin, bînin herêma erdhejê.   Şande paşê çû Bajaroka Bûlamê.     Berfirehiya nûçeyê tê...