Li bajarên ji ber erdhejê hilweşiyan bîranîn: Em helal nakin! 2024-02-06 08:03:09 NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên ku di erdheja 6'ê Sibatê de hilweşiyan, kesên jiyana xwe ji dest dane, hatin bibîranîn. Di bîranînan de peyama "Em ji bîr nakin, em helal nakin" hat dayîn.  Di ser erdheja 6'ê Sibata 2023'yan de ku navenda wî Mereş bû, salek derbas bû. Di yekemîn salvegera erdhejê de li Hatay, Semsûr, Meletî, Kilîs, Osmaniye, Edene, Dîlok, Amed û Riha yên ku bandor ji erdhejê girtibûn, saet di 04:17'an de bernameyên bîranînê hatin lidarxistin. Kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan bi çalakiyên wekî daxuyanî, meşale û meşên bêdeng hatin bibîranîn.   LI ÎSKENDERÛNÊ MEŞA BÊDENG   Li navçeya Îskenderûn a Hatayê ku di erdhejên 6'ê Sibatê de bandoreke mezin girt, kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan, hatin bîranîn. Bi banga Înîsiyatîfa 6'ê Sibatê ya Îskenderûnê bi hezaran kes li ber konê dildarên erdhejê ya li Taxa Mustafa Kemalê hatin cem hev. Bi hezaran kes bi meşaleyan li nêzî avahiya ku di erdhejê de hilweşiya, bêdeng meşiyan. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên bajêr jî beşdarî meşê bûn.   Gelek welatiyan wêneyên xizmên xwe yên jiyana xwe ji dest dan hilgirtin. Piştî meşê li cihê avahiya hilweşiyayî mûm hatin pêxistin. Welatiyan  wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dane, pêlîstokên zarokan û qurnefîl danîn. Di bîranînê de ku êş û hêrs serdest bû, saet di 04.17'an de deqeyek rêz hat girtin. Hêsir ji çavên gelek kesan bariyan.    Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Îskenderûnê Mustafa Unsal di bîranînê de axivî. Unsal diyar kir ku her çend salek derbas bûye jî ne şîna wan û ne jî êşa wan bi dawî bûye. Unsal gotinên Serokkomarê AKP'î Erdogan ên li Hatayê şermezar kir û got ku "tol" ji gelê Hatayê hatiye stendin.    Unsal got: "Em ê li dijî vê pergala qirêj a ku roj bi roj nanê kêmtir dike, têkoşîna xwe ya ji bo ked û demokrasiyê bi biryardarî bidomînin. Dê piştevaniya me ya ji bo mexdûrên erdhejê ku ji roja ewil a erdhejê dest pê kir, bidome."   RIHA    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê li ber avahiyeke li Kolana Îpekyolû ya navçeya Halîliyeyê ku di erdhejê de hilweşiya, kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anî. Di bîranînê de ku gelek kes lê amade bûn, li cihê avahiya hilweşiyayî qurnefîl hatin danîn û mûm hatin pêxistin.   Serokê Odeya Bijîşkan a Rihayê Bûlût Ezer, piştî deqîqeyek rêzgirtinê ya ji bo bîranîna kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane, bertek nîşan da ku çima berpirs nehatine darizandin. Ezer got: “Ev felaketeke xwezayî bû. Lê ev mirin ji ber karesateke sûnî pêk hatin. Diviyabû berpirsyar bên eşkerekirin û kesek bihata girtin. Lê mixabin tu kesî berpirsyariya vê meselê negirt ser xwe. Tenê doza helaliyê kirin û ji mirovan re gotin 'me efû bikin.' Lê em tu carî efû nekin, em ê tu carî helal nekin."   MEREŞ   Li navçeya Bazarcix a Mereşê welatî di dest wan de ji Hikûmet Qonaxiyê heya Sate Kûlesyiyê meşiyan. Piştî meşê mûm hatin vêxistin û lic ihê avahî lê hilweşiyan qurnefîl hatin danîn.    SEMSÛR Yek ji bajarên ku hilweşîneke mezin lê çêbûyî jî Semsûr bû. Li Semsûrê jî girseyeke qelebalix kom bû. Welatiyên ku bi pêşengtiya Platforma Ked û Demokrasiyê li Parka Mîmar Sînan hatin gel hev pankarta “Em di şînê de ne, ji bîr nakin” vekirin. Girseyê xwest ku berpirsyar bên darizandin û dovîzên “Bila hemû berpirsyar bên darizandin”, “We mirov terkî mirinê kirin” û “Deng hebû dewlet tunebû, deng qut bû dewlet hat” vekirin. BERTEK NÎŞANÎ WALÎ DAN Heta ber Kuleya Saetê meşa hat lidarxistin. Hevseroka Giştî ya KESK’ê Ayfer Koçak wiha got: “Em ê piştevaniya xwe ya bi mexdûrên erdhejê re bidomînin, birînên xwe bi hev re bipêçin û êşên xwe parve bikin.” Welatiyan jî qurnefîl danîn pêşiya Kuleya Saetê. Di wê navberê de bertek nîşanî waliyê Semsûrê Osman Varol û wezîrê berê Adil Karaîsmaîloglû dan. Hinek welatipyan bi gotinên “Em heqê xwe helal nakin” bertek nîşan dan û girseyê dirûşma “Gelo kes dengê me dibihîse?” berz kirin. Piştre jî pivdankên reş û spî berdan hewayî. Pêkhateyên platformê li pêşiya Îsîas Hotelê find vêxistin. AMED Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê ya Amedê jî bîranîn li pêşiya Sîteya Diyar Galerîayê ku 89 kesan jiyana xwe ji dest dabûn li dar xist. Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun û gelek kes heta sîteyê meşiyan û qurnefîl danîn cihê kavilan. Berdevka Platformê Elîf Turan piştî rêzgirtinê axivî û wiha got: “Li gel ku salek derbas bûye hêj jî êşa wê nûye. Yên ku tevdîrên pêwîst negirtin, yên guh nedayîn zanist û teknîkê ev erdhej veguherandin karesatekê.” Namzet Dogan Hatun jî got ku hemû kes bûye şahidê karesatê. Dogan anî ziman ku ew di erdhejê de bûne şahidê bêxwedîtiyê. Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu jî kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî. EDENE   Komeleya Piştevaniya Erdhejê ya Edeneyê jî li navçeya Çukurovayê li pêşiya Apartmana Alpargunê ku 96 kesan lê jiyana xwe ji dest dabûn merasîma bîranînê li dar xist. Tevî rêxistinên civaka sivîl gelek kes tev li merasîmê bûn. Di merasîmê de wêneyên qurbaniyan hatin hilgirtin, find hatin vêxistin û meşale hatin hilgirtin. Di bîranînê de kêliyên hestiyar hatin jiyîn. Beşdaran gotin ku dê qurbaniyan ji bîr nekin, berpirsyaran efû nekin û hevhelal nekin. OSMANIYE Li Osmaniyeyê jî li pêşiya herêma Sîteyên Metîn Tamer a Taxa Adnan Menderes merasîma bîranînê hate lidarxistin. Gelek kes tev li bîranînê bûn. Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir û dua hatin xwendin. Beşdaran qurnefîl danîn cihê kavilan.