ROJEVA 6'Ê SIBATA 2024'AN 2024-02-06 09:00:14   * Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên herî ciwan ên li Cizîrê di pêşhilbijartinê de hatin bijartin diyar kirin ku tirsa desthilatdariya ya herî mezin jî ciwan in û gotin: "Em ê bi aqilê ciwanan ê nûjen, bi ciwan û jinan re vî bajarî bi rê ve bibin."    * Malbata Ekrem Gun ê ku ji aliyê kesê li qawîşa li kêleka ve bi kuştinê gef lê hat xwarin, der barê jiyana zarokê xwe de bi fikar e. Malbatê diyar kir ku ger tiştek bê serê kurê wan berpirs Wezareta Dadê û rêveberiya girtîgehê ye.     * Aydin Aydogan ê di erdhejê de xizmên wî jiyana xwe ji dest dabûn belav kiribû ku ÎHA û SÎHA di dema erdhejê 6'ê Sibatê de dîmen ranegihandine. Piştî vê Selçûk Bayraktar giliyê wî kiribû û ji ber vê doz hatibû vekirin. Dadgeheke ku li doza der barê Aydogan de binêre nehat dîtin.    * Hevseroka MATÛHAYDER'ê Dîlek Sonmez Demîrê diyar kir ku zext û binpêkirinên li ser girtiyên di greva birçîbûnê de zêde bûne. Demîrê bilêv kir ku girtî di daxwaza xwe de zelal in û got: "Eger azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were, dê hemû gel bi awayekî azad û adil bijîn."   * Rojnameger Kakşar Oremar destnîşan kir ku kurdên kirdeya têkoşîna li dijî rejîma Îranê ne, bi darvekirinê re rû bi rû ne û got: “Çalakiyên ku ji aliyê girtiyên kurd ve tên destpêkirin û çalakiyên şoreşgerî yên bi pêşengiya jinan, rejîma Îranê ditirsîne."    * Dayika Îslam Balikesîr ku yek ji 177 kesên li jêrzemîna wehşetê ya li navçeya Cizîrê hate qetilkirin e Tolîn Balikesîr, anî ziman ku kurê wê ji bo çand û hunera kurd canê xwe feda kiriye û serê wan bilind e.   * Bi boneya salvegera erdhejên di 6’ê sibatê de çêbûn dê lig elek bajaran daxuyanî bên dayîn, meş û çalakiyên bîranî bên lidarxistin. (09.00-20.00)   * Danişîna Doza Kobanê dê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00)    * Nobeta Edaletê ya bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan lê gelek bajaran hatiye destpêkirin dê bidome. (11.00 - 17.00)    * Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan dê serdana mexdûrên erdhejê yên Meletiyê bike. (11.00-14.00)    * DEM Partî dê bi boneya salvegera erdhejên 6’ê sibatê komcivîna xwe ya heftane dê li eywana Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Harbiyeyê ya Hatayê (HASYAD) pêk bîne. (13.00) ZINDÎ