Hevseroka MATUHAYDER'ê Demîr: Daxwaza girtiyan daxwaza me ye 2024-02-06 09:04:36 STENBOL - Hevseroka MATUHAYDER'ê Dîlek Sonmez Demîrê diyar kir ku zext û binpêkirinên li ser girtiyên di greva birçîbûnê de zêde bûne. Demîrê bilêv kir ku girtî di daxwaza xwe de zelal in û got: "Heke azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were, dê hemû gel bi awayekî azad û adil bijîn."  Çalakiya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" ku bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 10’ê Cotmehê de li 74 navendên cîhanê dest pê kir, bi çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan ya di 27'ê Mijdara 2023'yan de hat destpêkirin, didome. Çalakiyên Nobeda Edaletê ku ji aliyê malbatan ve ji bo piştevaniya bi girtiyan re hatine destpêkirin jî bajar bi bajar belav dibin. Hevseroka Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Marmarayê (MATUHAYDER) Dîlek Sonmez Demîrê bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên li 14 girtîgehên Herêma Marmarayê û got ku girtî ji ber çalakiya xwe tim rastî çewisandinê û binpêkirina mafan tên.    Demîrê bibîr xist ku grevên birçîbûnê yên tên lidarxistin dorveger in û got ku pêdiviyên girtiyên ketine greva birçîbûnê û yên yên çalakiya wna bid awî bûne nayên dabînkirin. Demîrê amaje bi wê yekê kir ku di vî warî de hin binpêkirin rû didin û got ku vîtamînên pêwîst nadin girtiyan. Demîrê parve kir ku girtî di hucreyên yekkesî de hatine bicihkirin û ji bo helwesta rêveberiyên girtîgehan got: "Girtî tên tehrîkirin. Bi gotinên wekî 'Îro xwarineke xweş hatiye çêkirin, bêhna wê pir xweş e' tên tehrîkkirin."     Hevseroka MATUHAYDER'ê Dîlek Sonmez Demîr   DAXWAZ ZELAL E: AZADIYA FÎZÎKÎ YA OCALAN   Demîrê anî ziman ku girtî bi biryar in ku çalakiya xwe bidomînin û bi bîr xist ku daxwaza girtiyan azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan e. Demîrê diyar kir ku ew xwedî li daxwazên girtiyan derdikevin û wiha got: “Daxwaza girtiyan daxwaza me ye û zelal e. Ji bo şikandina tecrîda mutleq a li ser Rêberê Tevgera Azadiya Kurd û gelê kurd Abdullah Ocalan û mîsogerkirina azadiya wî ya fizîkî ye. Em bibiryar in ku heta ev daxwaz pêk neyên wê çalakiyên me bidomin. Eger azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were, wê hemû civak pêş bikeve û hemû gel bi awayekî azad û adil bijîn."   DENGÊ GIRTIYAN: NOBETA EDALETÊ    Demîrê bilêv kir ku çalakiya Nobeta Edaletê ya ji aliyê malbatan ve tê kirin jî dengê girtiyan e û got: “Grevên birçîbûnê yên li girtîgehan dest pê kirin, di heman demê de rengvedana hemû civakê ye. Mînaka vê yekê jî Nobetên Edaletê yên li Tirkiye û Kurdistanê tên lidarxistin bi xwe ne. Nobet bi pêşengiya dayikên me pêk tê. Nobeda ku li Esenyûrtê dewam dike, berfireh dibe; veguherî çalakiyeke kesên dibêjin em çepgir û sosyalîst in û tecrîdê qebûl nakin. Ev jî dengê girtiyên siyasî yên di greva birçîbûnê de ne. Heta daxwazên girtiyan neyên qbeûlkirin dê çalakiyên me bidomin."    Demîrê anî ziman ku divê êdî hemû gel nefesê bistîne û divê Ocalan bi awayekî fizîkî azad bibe û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Pêwîst e xwedî li van çalakiyan derkeve. Divê êdî civak bêhnê bistîne, rihet bibe û bi awayekî azad hereket bike û ji bo pêkanîna vê jî divê tecrîd bê rakirin. Em di wê baweriyê de ne ku ger em bên gel hev û bi hev re tevbigerin, em ê xebatên pir baş bikin. Em hemû em ê azadiyê bînin warê xwe. Em ê bi awyakeî aştiyane bijîn. Lewma divê hemû beşên civakê bên cem hev û vê tecrîd û bêhiqûqiyê bişkînin. Werin em bi hev re ji bo jiyaneke azad û mirovî têbikoşin.”