Meşvanên Azadiyê kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dabûn, bi bîr anîn 2024-02-06 10:38:29   MÛŞ -Baskê Qersê yê “Meşa Azadiyê ya Mezin” gihişt navçeya Qereçobanê ya Erziromê. Meşvanan di salvegera erdheja 6’ê sibatê de kesên ku di erdhejê de jiyana xwe dest dabûn, bi bîr anîn.   Baskê “Meşa Mezin a Azadiyê” ku bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd hatiye destpêkirin ê Qersê di roja 6’emîn de di rê de ye. Meşvanên Azadiyê ku di saetên serê sibehê de ji Qopa Mûşê bi rê ketibûn, di destpêka Qereçobanê de ji hêla rûniştiyên navçeyê ve hatin pêşwazîkirin.   Meşvanên Azadiyê ji ber salvegera erdheja 6’ê Sibatê li navenda navçeyê tevî gel bê deng meşiyan. Meşvanan qurdeleyên reş bi bestika xwe ve kirin û li navenda navçeyê daxuyaniyek dan. Hevserokê MEBYA-DER’ê yê Mêrdînê Salih Kûday kesên ku di erdhejên 6’ê sibatê de jiyana xwe ji dest dabûn, bi bîr anîn û dest bi axaftina xwe kir.   ‘DESTHILATDARÎ DI BIN ERDHEJÊ DE MA’   Kuday di axaftina xwe de wiha got: “Hêvî dikim em rojên wiha careke din nebînin. Ez jî li Semsûrê bûm. Ji ber ku kel û pelên pêwîst tune bûn, me nekarî em alîkariya wan kesan bikin ku di bin kavilan de mabûn. Desthilatdariyê derfetek tenê jî seferber nekir. Heke midaxeleya pêwîst bihata kirin, ev qas kesan jiyana xwe ji dest nedida. Ji ber ranta desthilatdariyê avahî hilweşiyan. Desthilatdarî di bin kavilan de ma. Ya ku hilweşiya desthilatdarî bû.”   ‘HETA KU BIRÊZ OCALAN AZAD BIBE, EM Ê BIMEŞIN’   Kuday di berdewamiya axaftina xwe de bal kişande ser qeyrana aboriyê ya kûr û wiha got: “Sedema vê yekê jî polîtikayên şer in. Polîtikayên şer ji tecrîdê ne cuda ne. Ev zêdetirî 35 mehan e ku xeber ji Birêz Abdulah Ocalan nayê girtin. Birêz Ocalan gotibû ez dikarim di nav hefteyekê de vê pirsgirêkê çareser bikim. Meşa me ji bo azadiya fizîkî ya birêz Ocalan e. Heta ku birêz Ocalan bigihîje azadiya xwe ya fizîkî, ev meş dê berdewam bike.”   Kuday axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ez spasiya gelê navçeyê dikim, tevî ku hewa 6 pile di bin sifirê de bû jî, bi germahî em pêşwazî kirin.”   Piştî daxuyaniyê Meşvanên Azadiyê çûn rêxistina navçeyê ya DEM Partiyê.