Goreya 25 sal berê ji bo Abdullah Ocalan çêkirî da Meşvanên Azadiyê û got ‘Ji bo Serok bibin’ 2024-02-06 12:19:04 NAVENDA NÛÇEYAN - “Meşa Mezin a Azadiyê” ku li her bajarî rastî eleqe û xwedîderketineke mezin a gel tê, roj bi roj mezintir dibe. Naîme Çetîn ku li Milazgirê dijî, 25 sal berê ji bo Abdullah Ocalan goreya rîsî çêkiribû û dema radestî Meşvanên Azadiyê kir wiha got: “Bila dawiya vê meşê azadî be. Min ev goreye ji bo Serok rêsa. Vê ji bo wî bibin.”    Kesên di “Meşa Mezin a Azadiyê” ku di 1’ê sibatê de li Wan û Qersê destpêkirî de cih digirin, bi coşeke mezin û bi biryardarî meşa xwe didomînin. Tevî şert û mercên giran ên zivistanê, bêyî guh bidin herî, baran û berfê meşa xwe didomînin. Li her derê rastî eleqeyeke mezin a gelê kurd û daxwazên “aştiyeke birûmet” û vekirina deriyên Îmraliyê tên.    Kesên ku di baskê meşê yê Wanê de cih digirin, duh li navçeya Qileban a Şirnexê bi gel re hatin gel hev. Xelkê Qilebanê jî rêwiyên azadiyê bi dirûşmên “Bijî berxwedana Îmraliyê" û "Bijî berxwedana zindanan" pêşwazî kirin û bi hev re govenda azadiyê gerandin.    Di dema serdanên esnafan de xelkê ji bo Meşvanên Azadiyê serkeftin xwestin. Di sihbetan de herî zêde daxwaza aştiyê derket pêş. Xelkê navçeyê li gel meşvanan heta derketina bajar meşiyan û bi wan re wêne kişandin û oxir kirin.    LI GUNDIKÊ MELÊ DAYIKÊN LAÇIKSPÎ MEŞVAN PÊŞWAZÎ KIRIN    Meşvan, piştre jî derbasî bajarokê Gundikê Melê bûn. Li vir jî bi meşale û daholan hatin pêşwazîkirin. Dayikan jî meşvan bi laçikên spî pêşwazî kirin ku ku di çanda kurdî de sembola aştiyê ye. Di nava meşvanan de dayikên girtiyên nexweş Naîf Îşçî û Fîkret Erdan, Nebahat Îşçî û Sidika Erden jî hebûn. Di tevahiya meşê de dayikan laçikên xwe qet ji destê xwe nexistin. Berf dibariya lê girseyê xem nekir û di tevahiya meşê de bi dirûşma “Na ji tecrîdê re, aştî a niha” ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daxwaza azadiyê kirin.    LI ŞIRNEXÊ STRANA ‘BERXWEDAN XWEŞ DOZ E’ OLAN DA    Meşvanên Azadiyê di ketina Şirnexê de bi sirûda "Herne Pêş" hatin pêşwazîkirin. Di wê kêliyê de berf dibariya û girse bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan" û "Na ji tecrîdê re, aştî a niha” heta pêşiya avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Şirnexê meşiyan. Polîsan hewl dan meşê asteng bikin û bikevin navbera gel û meşvanan. Lê belê hewldanên wan vala derketin. Jinên botanî li ber dahol û zirneyan govend gerandin. Polîsan destûr nedan ku li daholê were xistin lê jinan dev jê bernedan û li ber stranên kurdî govenda xwe domandin. Xelkê navçeyê jî bi rêyên alternatîf xwe gihandin meşvanên azadiyê. Di dema meşa girseyî de strana “Berxwedan xweş doz e” olan da.    Dayikeke ku astengiya polîsan derbas kirî û xwe gihandî meşê, li ser hişyariya polîsan a “dirûşm qedexe ye”, ji hevala xwe re got; “Ev aştiyê naxwazin” û îcar dirûşma “Bijî aştî” li kolanan olan da.    Tevî barîna berfa zêde jî jin û kalên 60-70 salî bi îradeyeke mezin meşiyan. Di dema meşê de jineke kal bi gotina; “Bila ev meş bibe sedema azadiya Rêbertiyê" hêviya xwe anî ziman.    QERS: DI PACÊN DIBISTANAN DE SILAV KIR   Baskê meşê yê Qersê jî bi biryardariyeke mezin didome. Bajarên Serhedê rojên herî sar ên zivistanê dijîn lê tevî vê yekê jî meş bi coş û kelecaneke mezin didome. Meşa ku di navbera Milazgir û Kopê de dest pê kir, heta du kîlometreyan bi sirûda “Çerxa Şoreşê” berdewam kir. Welatiyên ku dengê meşvanan bihîstin jî bi nîşaneyên serkeftinê û tililiyan piştgirî dan. Xwendekarên li dibistanan jî derketin pacê û meşvan silav kirin.    TEVÎ HEMÛ ASTENGIYAN JÎ GEL DI RÊYAN DE YE    Meşvanên ku gihiştin navçeya Milazgirê, li vir tevî hemû astengî û gefan jî rastî eleqeyeke mezin a gel hatin.  Polîsan bênavber gef û hişyariya “bikevin hundir, xwe ji rê bidin paş” li welatiyan kirin lê welatiyên derketin pêşiya mal û kargehên xwe bi gotinên “Em bi we serbilind in, rêya vekirî be” û çepikan meşvan pêşwazî kirin.    Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek bi gotina; “Gelê kurd di 1071’ê de ji bo wan derî vekirin lê ew niha nahêlin gel li ser xaka xwe bimeşe” bertek nîşan da. Tevî astengkirinan jî meş heta navenda navçeyê dom kir û li avahiya partiyê ya navçeyê nivîsên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin xwendin. Di hevdîtina bi gel re de kêliyên hestiyar hatin jiyîn.    JI BO OCALAN GORA RÎS ÇÊKIR   Dema wext nêz bûy ku dê meşvan ji Milazgirê derkevin, dayika bi navê Naîme Çetîn ku cotekî goreyên rîs di destê wê de bûn, hate cem Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar. Dayikê gore teslîmî Uçar kir û wiha got: “Bila dawiya vê meşê azadî be. Min ev goreye ji bo Serok rêsa. Vê goreyê ji wî re bibin.”    Me jî hestên dayika Naîmeyê jê pirs kir û wiha bersiv da: “Min ev goreye 25 sal berê rêsa bû. Min li cem xwe vedişart. Min îro bihîst ku meşvanên azadiyê hatine. Ez jî hatim vê derê û min radestî wan kir.”    ELEQEYA JI BO MEŞÊ HER KU DIÇE ZÊDETIR DIBE   Meşvanên di nava çepik û dirûşmên gel de hatin Kopê. Li navçeyê meşeke dirêj hate lidarxistin. Her navçe û bajarê ku baskê Qersê jê re derbas dibe, rastî eleqeyeke zêde tê û ev eleqeye her ku diçe zêdetir dibe. Meşvanên ku derbasî avahiya DEM Partiyê ya Kopê bûn, bi sedan welatiyan re rûniştin û sihbet kirin.