Operasyona li Kampa Holê bi dawî bû 2024-02-06 12:40:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Li kampa Holê civîneke çapemeniyê hate lidarxistin û hate ragihandin ku Qonaxa Sêyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê bi dawî bûye.   Hêzên ku beşdarî Qonaxa Sêyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê bûne, li Kampa Holê civîneke çapemeniyê Ii dar xist. Di civînê de endamê Rêveberiya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Elî El-Hesen bi erebî û berdevka Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rûken Cemalê bi Kurdî daxuyanî xwend û da zanîn ku operasyon bi dawî bûye.   Di daxuyaniyê de hate gotin ku operasyon bi pêşengiya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û bi piştgiriya hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî hatiye kirin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku operasyon li gorî plana wan bi rê ve çûye.   HÛRGILIYÊN OPERASYONÊ   Di daxuyaniyê de ev tişt hatin parvekirin: “Li aliyekî din, hêzên me karî xwe bigihînin serçeteyê bi navê Ebû Sufyan Elhêbî ku berpirsê çeteyan ê di hundirê kampê û derveyî wê de ye. Ev serçete bi rola rêxistinkirina çalakiyên terorîstî yên di hundirê kampê û derveyî wê de radibû. Di heman demê de jî şaneyên çeteyan koordîne dikirin û plansaziya çalakiyên wan ên di hundirê kampê û derveyî wê de amade dikir. Lê belê piştî tesbîtkirina cihê wî, tevî çeteyekî din hate kuştin.”   JINEKE ÊZIDÎ HATE RIZGARKIRIN   Her wiha Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) diyar kir ku jina êzidî ya bi navê Kovan Îdo Xorto hat rizgarkirin ku ji gundê Herdanê yê Şengalê hatibû revandin.   SERÇETEYEKÎ KU FETWA DIDAN HATE GIRTIN   Di daxuyaniyê de behsa karên rêxistinkirina DAIŞ’ê hate kirin û ev tişt hatin gotin: “Ramanên tundrew û îdeolojiya radîkal ku rêxistina terorîst a DAIŞ’ê xwe pê rêxistin dike, hîn jî di nava kampê de berdewam e û bi awayekî sîstematîk di mêjiyê zarokan de tê pêşxistin û bicihkirin. Helbet ev yek jî bi armanca afirandina nifşekî nû tê kirin ku berdewamiya hişmendiya çeteyên DAIŞ’ê bike. Lewra li ser vî esasî gelek çeteyên ku ev fikrên tundrew belav dikirin, di serî de serçeteyê bi navê Ebû Ebdilhemîd ku berpirsê yekser ê belavkirina van fikran bû û di heman demê de jî fetwayên kuştin û tehdîtkirina niştecihên kampê dida, hatin girtin.”   BÎLANÇOYA OPERASYONÊ   - Hejmara çeteyên ku hatine girtin: 85 çete û alîkarên wan.   - Çekên ku hatine desteserkirin: 8 kalaşnîkov, 4 mayîn, 2 rextên teqemeniyê, 7 bombeyên destan, 25 funye, guleyek Bisfingê û hinek cebilxane.   - Miqdarek kel û pelên leşkerî.   - Miqdarek madeyên hişbir.   - 5 tunel jî hatin jinavbirin.