Biryara berdewama girtinê ya kameravan Akkaya hate dayîn 2024-02-06 14:50:56   AMED - Di danişîna doza kameraman Remzî Akkaya yê 9 meh in girtî jê tê darizandin de biryar hat dayîn ku girtina wî berdewam bike.     Danişîna doza ku kameravan Remzî Akkaya yê ku di 25’ê nîsana 2023’yan de ji ber dosyaya lêpirsînê ya ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve di sala 2014’an de hatibû destpêkirin hat girtin, li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate lidarxistin. Akkaya, dema li Îdareya Qenalîzasyon û Avê ya Amedê ya girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li gundan ji xwendina saetên avê peywîrda bû, ji bo nêzî îmalatxaneyeke teqemeniyên bi dest tên çêkirin a li Hezroyê li ser îzmarîta cigareyê mînaka şaneyê ya wî hate dîtin hate girtin. Akkaya û parêzerê wî Diyar Çetedîr di danişînê de amade bûn.    Akkaya yê ku dosyaya jê tê darizandin, ji ber îfadeyên îtîrafkarê bi navê Rifaî Îpek bi dosyayeke din a jê tê darizandin re kirin yek, di danişînê de bi rêya tercuman parastina xwe kir. Akkay, anî ziman ku tiştekî li îfadeyên xwe yên berê lê zêde bike nîne û daxwaza berdan û beraeta xwe kir.    ‘DELÎL BI AWAYEKÎ DIJHIQÛQÎ HATIN BIDESTXISTIN’    Dozger jî xwest ku kêmasiyên dosyayê bên temamkirin û girtina Akkaya berdewam bike. Parêzerê Akkaya, Diyar Çetedîr anî ziman ku dosya bi ser Şiyar Aydin, Mesût Dalgali û mînaka şaneyê ya li ser îzmarîta cigareyê tê bi rêvebirin û ev delîl jî ne li gorî hiqûqê ne. Çetedîr xwest ku îfadeyên îtîrafkaran ji dosyayê bê derxistin. Çetedîr destnîşan kir ku kirariyên teşhîsê jî li gorî hiqûqê nehatine birêvebirin û destnîşan kir ku ji bo ku îtîrafkar ji ceza xelas bin ev îfade dayîne.    Çetedîr, anî ziman ku lêpirsîna derbarê îzmarîta cigareyê ya nêzî îmalatxaneyeke teqemeniyên bi dest tên çêkirin de hatiye destpêkirin sala 2014’an de hatiye destpêkirin, di sala 2016’an de mînaka şaneyê ji muwekîlê wî hatiye wergirtin, mînaka şaneyê di sala 2017’an de hev girtine lê doz di sala 2023’yan de hatiye vekirin û got: “Vekirina dozê ya piştî buyerê 9 salan ji we re jî ecêb nayê?” Çetedîr, bi bîr xist ku dîmên tên îdiakirin piştî bûyerê hatine kişandin di dosyayê de nînin û wiha berdewam kir: “Li gorî me li cihê bûyerê îzmarîta aydê muwekîlê me nehate dîtin. Bûyer qewimî, faîl bi awayekî nehate dîtin. Cendermeyan jî îzmarîtên li der dorê kom kirin û birin cihê bûyerê. Bi vî awayî delîl bi dest xistin. Heke qeydên kamerayan têxin dosyayê dê were fêm kirin ku ev yek wiha ye. Em dixwazin qeyda kamerayan li dosyayê bê zêdekirin.”   Dadgeha ku biryara berdewama girtina Akkaya da xwest kêmasiyên dosyayê bên temamkirin û danişîn taloqî 26’ê adarê kir.