Ji sivîlên di êrişa Edliyaya Stenbolê de birîndar bûn yek jê mir 2024-02-06 16:35:07 STENBOL - Sivîlê ku di êrişa çekdarî ya li pêşiya noqteya polîsan a Edliyeya Stenbolê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da. RTUK’ê der barê êrişê de biryara qedexekirina weşanê da.    Li dijî noxteya polîsan a li ber Deriyê C yê Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê êrişeke çekdarî pêk hat. Di bûyerê de yek ji welatiyên birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da. Li gorî daxuyaniya Wezîrê Karên Hundirîn Alî Yerlîkaya endamên DHKP/C’ê E.Y. û P.B. jiyana xwe ji dest dan û 3 jê polîs 6 kes jî birîndar bûne.    Piştî agahîdayînê tîmên tenduristiyê hatin cihê bûyerê û birîndar rakirin nexweşxaneyan. Hat destnîşankirin ku yek ji welatiyên birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da.    Serdozgerê Komarê yê Stenbolê Şaban Yilmaz piştî bûyerê, li qadê lêkolîn kirin.    RTUK'Ê BIRYARA QEDEXEYA WEŞANÊ DA   Li aliyê din Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTUK) der barê êrişê de biryara qedexekirina weşanê da.    Serokê RTUK’ê Ebubekîr Şahîn biryara qedexeyê ya ji hêla Dadgeriya 1’emîn a Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Stenbolê hatiye dayîn, ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal parve kir.