Li Stenbolê 40 kes hatin binçavkirin 2024-02-07 10:31:11   STENBOL - Polîsan ji duh ve li Stenbolê bi ser gelek malan de girtin û 40 kes binçav kirin.    Ji duh ve li Stenbolê polîsan bi ser gelek malan de girtin. Navenda Çandê ya Îdîlê û Buroya Hiqûqê ya Gel jî di nav de bi ser gelek navendan de hate girtin û heta niha herî kêm 40 kes hatine binçavkirin. Hat zanîn ku rêvebera Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdalê (PSAKD) Şîmal Denîz, Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TAYAD), Ayten Ozturk a ku ev 2 sal in di hefa malê de ye û parêzer jî hatine binçavkirin.    Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya gotibû ku binçavkirin piştî êrişa çekdarî ya duh li dijî Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hatine kirin.    Ji bo kesên hatine binçavkirin ji bo 24 saetan biryara qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hate dayîn.    NAVÊN KESÊN HATINE BINÇAVKIRIN   Navên hinek kesên hatine binçavkirin wiha ne: “Betul Vangolu Kozagaçli, Dîdem Baydar Unsal, Seda Şaraldi, Berrak Çaglar, Alî Sînan Çaglar, Şîmal Denîz, Ayten Ozturk, Selma Demîr, Ozlem Balki, Arîf Pelît, Kemal Gun, Savaş Taş, Burcu Delen, Mercan Kanat, Yuksel Dogan, Gokhan Uysal, Alî Gurbuz, Dîlan Poyraz, Bariş Yuksel, Firat Kaya, Bergun Varan, Merve Kurt, Bahar Kurt Kizilaltun, Bariş Kaya, Mehmet Yucetepe, Lerzan Caner Conde, Seval Eyî, Selda Ozçelîk, Meryem Ozsogut û Merve Demîrel.”