Temellî: Çareserkirina pirsgirêka kurd bi bidawîkirina tecrîdê pêkan e 2024-02-07 12:03:09 ENQERE - Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî bal kişand ser Meşa Mezin a Azadiyê û wiha got: “Bi vê meşê em careke din bang li civaka Tirkiyeyê dikin û dibêjin ku çareserkirina pirsgirêka kurd tenê bi rakirina tecrîdê pêkan e.”    Serokwekîlê Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sezaî Temellî li Meclisê daxuyanî da û rojevên heyî nirxand.    ‘GEL JI BÎR NAKE’   Temellî, ji ewil bal kişand ser protestoyên li dijî Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca û namzetê CHP’ê yê Şaredariya Hatayê Lutfu Savaş û wiha got: “Dewlet tune ye. Gelê ku dewlet û wezîrê wê nas kir, bertekeke baş nîşanî vê nêzikatiyê da. Bêyî ku li pey xwe binêrin ji wir reviyan. Gel ji bîr nake. Her wiha îktîdarê soza avakirina 75 hezar avahiyan dida lê tenê 7 hezar hatine çêkirin. Lê pêdivî bi 680 hezar avahiyan heye. Di navbera bajarên avahî lê tên çêkirin de cihêkarî tê kirin. Şaredariya Dîlokê di destê kê de ye? Di destê AKP’ê de ye. Ji sedî 36’ê avahiyan li vir hatine çêkirin. Ya Hatayê di destê kê de ye? Di destê muxalefetê de ye. Ji sedî 4’ê avahiyan li vir hatine çêkirin.”    ‘ERDOGAN DI VÊ MIJARÊ DE LI XWE MIKUR HAT’   Temellî, got ku dewletê heta sê rojan tu alîkarî neda hinek herêman, mudaxile nekir û Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan jî di vê mijarê de li xwe mikûr hatiye. Temellî, wiha domand: “Erdogan got ku xizmetê ji şaredariyên ne di destê wan de ne nakin. Xizmet ne şandin. 3 rojan xelk di bin kavilan de ji sermayê canê xwe dan. Xuyaye ku li pey gotinên weke ‘gelo em ê vê şaredariyê çawa bi dest bixin’ ketine. Ev yek bi eşkereyî got. Di bingeha encamên giran ên erdhejan, efûya îmarê heye. Ji ber ku zihniyeta li ser serê me sûcên xwe vedişêre, bûyerên xwezayî vediguherin karesatan. Çavkaniyên gel ji bo ku pirsgirêka kurd neyê çareserkirin ji bo şer hatin xerckirin. Beşekê wê jî ji bo nelirêtiyê veqetandin. Vaye encam jî li holê ye.”    GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ Û MEŞA MEZIN A AZADIYÊ   Di berdewamê de Temellî bal kişand ser “Meşa Mezin a Azadiyê” û wiha got: “Binêrin, îro li bajarên qeyûm lê hatine tayînkirin meş hene. Bi pêşengtiya parlamenterên me li dijî tecrîdê meş tên lidarxistin. Ji erdheja 99’an heta niha 25 sal derbas bûn û ev 25 sal in li vî welatî tecrîd heye. Girêdana van mijaran bi hev re heye. Sedema krîzên li vî welatî, ev krîza siyasî ye. Ma li welatekî wiha dê çawa hiqûq û edalet hebe û çareserî pêş bikevin. Ji ber ku îradeyeke siyasî jî pêş nakeve, em îro van pirsgirêkan dijîn. Bi vê meşê em bang li gelên Tirkiye û cîhanê dikin. Çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk, bi bidawîkirina tecrîdê pêkan e. Îro li 108 girtîgehên Tirkiyeyê 73 roj in greva birçîbûnê heye. Girtiyên siyasî bang li civaka Tirkiyeyê dikin û dibêjin; ‘werin em bi hev re tecrîdê bi dawî bikin. Heke bi dawî nebe û pêşî li ber çareserkirina pirsgirêka kurd neyê vekirin, dê ev krîz bi dawî nebin.’ Heta pirsgirêka siyasî neyê çareserkirin dê ya aborî jî çareser nebe. Rêya wê jî çareserkirina pirsgirêka kurd e.”    BIRYARA BAŞAK DEMÎRTAŞ   Piştre jî Temellî pirsên rojnamegeran bersivand. Ji bo pirsekî têkildarî biryara Başak Demîrtaş ku xwe ji namzetiyê vekişand, Temellî wiha got: “Daxuyanî pir zelal bû. Başak Demîrtaş jî parçeyeke têkoşînê ye. Em bi hev re tên perwerdekirin, bi hev re xeyalan dikin û bi hev re dimeşin. Daxwaza wê ya ji bo namzetiyê çawa hêz dabe me, daxuyaniya niha jî hêz da me. Em bi hev re têdikoşin û dê têbikoşin. Bihêzbûna DEM Partiyê li vî welatî tê wateya bihêzbûna têkoşîna demokrasiyê.”