Di navbera Guler û Barzaniyan de hevdîtinên ‘hevkariyê’ tên kirin 2024-02-07 14:50:57   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Parastinê Yaşar Guler piştî Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî, bi Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî re hevdîtin kir. Hat ragihandin ku di hevdîtinan de mijara “domandina hevkariyê” hatiye axaftin.    Wezîrê Parastinê Yaşar Guler piştî serdana xwe ya li Iraqê derbasî Herêma Federe ya Kurdistanê bû. Guler li gel şandeya ku Serfermandarê Artêşê Metîn Gurak jî di nav de ji ewil bi Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kir.    PEYMANA ŞENGALÊ    Guler û kesên pê re piştre jî bi Serokwezîrê Herêma Federe ya Kurdistanê Mesrûr Barzanî re civiyan. Li gorî daxuyaniya serokwezîrtiyê, di hevdîtinan de rewşa giştî ya Iraqê û pêşxistina têkiliyên her du aliyan hatine nirxandin. Bi domdarî wiha hate gotin: “Ji bo ewlehî û îstîqrara herêmê li ser girîngiya girîngiya koordînasyon û hevkariyê hat  sekinîn.”    Mijareke din a di hevdîtinan de li ser hatiye axaftin jî Peymana Şengalê bû ku Rêveberiya Xweser a Şengalê hedef digire.    SILAVÊN ERDOGAN JÊ RE GOTIN!    Guler, piştre jî li Hewlêrê bi Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî re hevdîtin kir. Wezareta Parastinê li ser hesaba xwe ya X’ê têkildarî hevdîtinê got ku di hevdîtinê de parastin û ewlehiya herêmê hatiye nirxandin û silavên Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan hatine kirin.