'Li dijî komploya navdewletî têkoşîneke navneteweyî divê' 2024-02-07 22:31:41   ŞIRNEX – Li Cizîrê civîna jinan ya pêk hat veguherî şahiyê. Parlamentera DEM Partiyê Berîtan Guneşê diyar kir ku divê li dijî komploya navdewletî têkoşîneke navneteweyî bê dayîn.   Meşa Azadiyê ya Mezin li Cizîrê bi civînên gel berdewam kir. Heyeta di baskê meşa Wanê de cih digire li taxên Nûr, Cudî, Konak û gundê Ernebatê li 6 malan civînên gel pêk anî.   Li taxa Nûr a Cizîrê civîna jinan pêk hat.  Hevseroka MEBYA-DER’ê Hanim Kaya jî di nav de gelek jin tevli civînê bûn.    Civîn bi coşeke mezin û tevlibûna jinan pêk hat. Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Guneş ku di civînê de axivî, da zanîn ku berxwedana gelê Cizîrê hêzê dide wan û da zanîn ku li dijî komploya navdewletî divê têkoşîna navneteweyî bê dayîn. Guneşê da xuyakirin ku meşa dane destpêkirin roj bi roj mezin dibe û her wiha bi lêv kir ku ew di wê baweriyê de ne ku wê meş bibe wesîleya aştî û azadiyê.   Civîn bi kilamên ku jinan gotin, bi dawî bû.