ROJEVA 8'Ê SIBATA 2023'YAN 2024-02-08 09:00:21   * Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd ku êrişên Tirkiyeyê yên li ser herêmê û êrişên komên çekdar ên giredayî Sûriye û Îranê yên li dijî lêşkerên Amerîkayê nirxand, destnîşan kir ku ev her du êriş girêdayî hev in û got: "Pêwist e civaka navdewletî piştgiriya rêveberiya xweser bike ku li dijî terorê bi ser bikeve."   * Welatiyên li Wanê diyar kirin ku ji ber krîza aborî roj bi roj xizanî kûrtir dibe û gotin ku êdî hêza wan a ku jiyanê xwe bidomînin nemaye.    * 3'yemîn Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Samsûnê, li ser îtîrazê biryara astengkirina xwegihandina nûçeya di malpera Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê de ya der barê astengkirina xwegihandina nûçeyekê de, xera kir.    * Di lêpirsîna der barê Rûşen Firat de ku bi hinceta wêneyê Abdullah Ocalan li ser medyaya dîjîtal parve kiriye ji bo biryara her roj parvekirina alaya tirk hatibû dayîn, biryara neşopandinê hat dayîn.   * Dengbêjên jin bi kilamên xwe balê dikişînin ser komploya navdewletî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û nifş bi nifş wê radigihînin.    * TDÎ'yê ji bo betalkirina girtîgehên tîpên Y û S kampanya da destpêkirin. Endamê TDÎ'yê Abdulmelîk Yalçin got: "Berpirsiyarî dikeve ser milê me hemûyan. Cihên herî bi bandor ên çalakiyê kolan in."   * Jinên Botanê yên ku Meşvanên Azadiyê bi coşeke mezin pêşwazî kirin gotin: "Li dijî tecrîdê yekane çareserî berxwedan e. Encama berxwedana me dê bi heybet be."    * Yek ji gelê ereb Nûran Kaya, diyar kir ku bi çalakiyên “Hûn nikarin roja me tarî bikin” ên li dijî tecrîda li Îmraliyê û komploya navnetewî hatin pêkanîn ji wan re mîrateya berxwedan hatiye hiştin û got: “Azadiya Ocalan azadiya me ye.”   * “Meşa Mezin a Azadiyê” dê ji du baskan berdewam bike. (10.00-18.00) ZINDΠ   * Danişîna Doza Kobanê dê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00)    * Çalakiyên Nobetên Edaletê dê li gelek bajaran berdewam bikin. (11.00-17.00)    * Rêxistinên hiqûqê têkildarî binçavkirinên 6’ê sibatê dê li Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hemdem a Enqereyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)