Dadgehê biryara xwe xera kir! 2024-02-08 09:02:32 NAVENDA NÛÇEYAN- 3'yemîn Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Samsûnê, li ser îtîrazê biryara astengkirina xwegihandina nûçeya di malpera Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê de ya der barê astengkirina xwegihandina nûçeyekê de, xera kir.  3'yemîn Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Samsûnê biryara "astengkirina xwegihandinê" nûçeya di malpera Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) de, li ser îtirazê xera kir. DFG'ê di 16'ê Adara 2023'yan de li ser malpera xwe nûçeyeke bi sernavê "Twitter ji bo saziyên çapemeniyê yên li Tirkiyeyê dest bi astengkirina naverokê kir" weşand. DFG'ê vê nûçeyê spartibû ser nûçeya di "www.freewebturkey.com"ê de.    Kesê bi navê "Samet Kûrt" têkildarî nûçeyê serî li dadgehê da. 3'yemîn Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Samsûnê di heman rojê de daxwaznameya bi dîroka 25'ê Tebaxa 2023'yan qebûl kir û der barê nûçeya têkildar de "biryara astengkirina xwegihandinê" da.   DFG'ê piştî ragihandina biryarê nûçeya têkildar ji malpera xwe rakir. DFG’ê ji bo betalkirina biryarê serî li heman dadgehê da. Heyeta dadgehê ku îtîrazê nirxand, di 6'ê Sibatê de îtîrazê mafdar dît û biryara ku dabû, betal kir.   Di biryarê de hat diyarkirin ku naveroka nûçeyê ya têkildar bi temamî nehatiye lêkolînkirin.    Piştî biryarê DFG'ê car din heman nûçeyê di malpera xwe de weşand.