Kesên bi hinceta êrişa edliyeyê hatine binçavkirin rastî muameleya xirab hatin 2024-02-08 12:50:14   STENBOL - Têkildarî êrişa li dijî noxteya polîsan a li Edliyeya Stenbolê, lêpirsîn hate destpêkirin û bi heman hincetê 93 kes hatin binçavkirin. Hat destnîşankirin ku kesên hatine binçavkirin rastî muameleya xirab a polîsan hatine.    Li dijî noxteya polîsan a li pêşiya Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê di 6’ê sibatê de êrişek çekdarî hat lidarxistin û tevî 2 çalakgeran, sivilekê jî jiyana xwe ji dest dan. Hejmara kesên bi hinceta êrişê hatine binçavkirin derket 93’yan. Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê hatiye destpêkirin de polîsan Baroya Gel a Hiqûqê, Navenda Çandê ya Îdilê û TV’ya Halkin Gucu jî di nav de, bi ser gelek malan de girtin û hat zanîn ku di van serdagirtinan de heta niha 93 kes hatine binçavkirin.    Parêzerên endamên Baroya Hiqûqê ya Gel, rêvebera Şaxa Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal (PSAKD) a Sariyerê Şîmal Denîz, malbatên endamên Komeleya Piştevaniyê ya bi Girtî û Hikûmxwaran re (TAYAD) û Ayten Ozturk a ku ev 2 salan zêdetir e cezayê hefsa malê lê hatiye birîn di nava kesên hatine binçavkirin de ne.    MUAMELEYA XIRAB Û KELEMÇEKIRINA BI PIŞT VE   Parêzeran piştî ku astengiya hevdîtina bi parêzeran re ya kesên binçavkirî hate rakirin, bi muwekîlên xwe re hevdîtin pêk anîne hin agahî parve kirin. Parêzeran anîn ziman ku kesên hatine binçavkirin dema şopa tiliyên wan hatiye girtin, rastî muameleya xirab hatine û da zanîn ku dema wan ji bo kontrolkirina rewşa tenduristiyê birine nexweşxaneyê jî bi piştê ve hatine kelemçekirin.    Parêzeran anîn ziman ku ew li bende ne ku îro karûbarên îfadeya kesên binçvakirî dest pê bike.