Zuhtu Arslan ji Erdogan re got: Her kes mecbûr e bi biryarên AYM’ê bike 2024-02-08 13:27:35   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) Zuhtu Arslan di torena ku Erdogan û Serokê Dadgeha Bilind Mehmet Akarca tevli bûbûn de axivî û wiha got: “Dibe ku hûn biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn neecibînin an jî tev li nebin. Lê li dewletên hiqûqê de her kes mecbûr e bi van biryaran bike.”    Ji bo endamê Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ê nû Yilmaz Akçîl li Eywana Dîwana Pîroz a AYM’ê torena sondxwarinê hate lidarxistin. Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan û Serokê Dadgeha Bilind Mehmet Akarce jî tev li torenê bûn. Nîqaşên li ser bicihneanîna biryara AYM’ê ya ji bo tehliyekirina Parlamenterê TÎP’ê Can Atalay didomin û di rewşeke wiha de Serokê AYM’ê Zuhtu Arslan di torenê de axaftinên balkêş kir.    Arslan, got ku mafê serlêdana şexsî ya ji bo AYM’ê yek ji reformên herî mezin ên dîroka daraza tirk e û wiha bal kişand ser nenaskirina biryarên AYM’ê: “Tu bingeheke bicihneanîna biryarên AYM’ê yên makezagonî û qanûnî nînin. Bibandorbûna serlêdanên şexsî, girêdayî jiholêrakirina binpêkirin û encamên heyî ye. Lewma AYM mecbûre e li gel tespîta binpêkirin, şêweyê jiholêrakirina binpêkirinê û encamên wê nîşan bide. Jigholêrakirina binpêkirinê û encamên wê jî ew e ku vegerîne rewşa beriya binpêkirinê. Heke ev binpêkirin ji ber biryara darazê be, divê ev biryar jiholê were rakirin. Bêguman dibe ku hûn biryarên AYM’ê neecibînin an jî tev li nebin. Li dewleta hiqûqê de heke em tev li nebin jî li gorî destûra bingehîn em mecbûr in li gorî van biryaran tevbigerin.”