Bertek nîşanî binçavkirina parêzerên ÇHD’î hate dayîn 2024-02-08 16:17:04   ENQERE - Parlamenterê DEM Partiyê Mehmet Ruştu Tiryakî yê di civîna çapemeniyê ya têkildarî parêzerên ÇHD’î yên piştî pevçûna beriya du rojan li ber Edliyeya Çaglayên derket hatin binçavkirin de axivî, got ku “Her yek ji wan serfirazên vî welatî ne” û xwest parêzer werin berdan.    Binçavkirina endamên Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) piştî pevçûna beriya du rojan li ber Edliyeya Çaglayanê derket ku 3 kesan jiyana xwe ji dest da û 5 kes birîndar bûn, hate şermezarkirin. Di daxuyaniya li Şaxa ÇHD’ê ya Enqereyê hate dayîn de endamên Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Hiqûqnasên ji bo Edaletê, Hiqûqnasên ji bo Demokrasiyê, Piştevaniya Hiqûqnasan û Hiqûqa Civakî amade bûn. Li eywana ku civîna çapemeniyê lê hate lidarxistin pankarta “Bila binçavkirin demildest bên berdan” hate daliqandin. Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Êlihê û Cîgirê Hevserokên Giştî Mehmet Ruştu Tiryakî jî piştgirî da civîna çapemeniyê.    LI DIJÎ KOMPLOYÊ BANGA PIŞTEVANIYÊ    Rêvebera Şaxa ÇHD’ê ya Enqereyê Gîzem Ozdem, da zanîn ku ji ber qedexeya hevdîtina parêzeran nekarîne bi hempîşeyên xwe yên di bin çavan de hevdîtinê bikin û her wiha ji bo dosyayê biryara veşartinê hatiye dayîn. Ozdem, diyar kir ku hempîşeyên wan hêj di bin çavan de ne û wiha got: “Binçavkirina hempîşeyên me, encama êrişên desthilata ku di her firsendê de berê xwe dide parêzeran e.” Ozdem a bi bîr xist ku beriya niha jî parêzerên ÇHD’ê hatibûn binçavkirin û darizandin, ev rewş weke komplo nirxand û banga piştevaniyê kir.    VEGUHERÎ ZINDANÊ    Parlamenterê DEM Partiyê Ruştu Tiryakî yê pişt re axivî, bal kişand binçavkirin û girtina li dijî rojnamevan, parêzer û siyasetmedaran û bertek nîşanî pêkanînên antîdemokratîk dan. Tiryakî, anî ziman ku ji ber fikrên wan zext liv an kesan tê kirin û tên girtin û wiha got: “Tirkiye ji bo kesên fikrên xwe bi awayekî zelal dibêjin mixabin zindaneke.”   ‘TÊKOŞÎNÊ DÊ BIDOMIN’    Tiryakî, anî ziman ku Tirkiye yek ji wan welatan e ku di girtîgehê de herî zêde rojnamevan, siyasetmedar û parêzer lê hene û wiha berdewam kir: “Rêzdar Betul û çar hevalên me ji bo parêzerî kirine hatin binçavkirin. Tenê ji bo karê xwe kirine hatine binçavkirin. Berê jî hatin girtin. Rêzdar Betul ne cara ewil e tê binçavkirin, gelek caran hate binçavkirin, hate girtin lê tu caran dest ji parêzeriya bindestan berneda. Kesên di encama berxwedana girtîgehan de jiyana xwe ji dest dan parast. Hemû rêxistinên hiqûqê yên di daxuyaniya çapemeniyê de îmzeya wan heye dê têkoşîna xwe bidomînin. Her yek ji wan serfiraziya vî welatî ne. Em dixwazin demildest bên berdan.”