‘Şahidê nepen’ li dadgehê îfadeyên polîsan xwend 2024-02-08 16:51:52   STENBOL - Di doza 49 endamên OHD û TUAD’ê de “Şahidê nepen” bersiva pirsên parêzeran neda. Parêzer Emrah Baran got ku “Şahidê nepen” îfadeyên ji hêla polîsan ve hatiye amadekirin dixwîne û gotinên wî hev nagirin.    Danişîna 34’emîn a doza 49 kesan ku 11 jê parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û yên din jî endamên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAD) ne û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê tên darizandin”, li 14’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hate lidarxistin. Parêzerên tên darizandin û gelek hiqûqnasên ji derveyî welat hatin tev li danişînê bûn. Tevahiya bersûcan negirtî tên darizandin û danişîn bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Di danişînê de ji ewil rêveberê komeleyê Mahmut Dogu bi rêya SEGBÎS’ê parastina xwe kir. Dogu got ku komeleya wan komeleyeke fermî ye û ev tişt anî ziman: “Bi taybet jî kesên navên wan di qeydên HTS’ê de derbas dibin nas nakim. Karên em dikin û sînorê me diyar e. Di îfadeyên şahidê nepen de dîrok hev nagirin.”    Piştre jî li şahidê nepen hate guhdarîkirin. Şahişê nepen ev îdia kir: “Ez Mahmut Dogu di navbera salên 2010- 2014’an de ji sekreteryaya komeleyê nas dikim. Di xebatên koordînasyona girtîgehan a PKK’ê de dixebite. Van xebatan car bi car bi navên cuda dimeşîne. Ev xebat di bin sîwana TUAD’ê de dimeşand. Têkiliya gelek parêzeran bi vê koordînasyona girtîgehan re heye. Ev parêzer di navbera PKK û girtî û hikûmxwaran re de têkiliyê datînin. Ji bo komeleyan raporan amade dikin.”    BERSIVA PIRSAN NEDA   Piştî îfadeyên şahidê nepen, parêzeran pirs ji şahidê nepen kir. Parêzeran pirsên weke “Îfadeya te ya ewil li ku hate girtin?”, “Li pêşiya tu kaxiz hebûn an na?”, “Te di komeleyê de çi kar dikir?” û “Derheqê te de çi dosya hebûn yan na?” ji şahidê nepen kirin. Lê şahidê nepen bersiv neda.    ‘ÎFADE JIBERXWEVE HATINE AMADEKIRIN’   Dogu jî li dijî îfadeyên şahidê nepen dîsa mafê parastinê girt û got ku ev îfadeye jiberxwe ve hatine amadekirin. Dogu, wiha domand: “Navên ku şahidê nepen behs dike ez nas nakim. Tu bingeheke van îfadeyan nîne.”    ‘ÎFADEYÊN POLÎSAN XWEND’   Parêzerê Dogu, Emrah Baran jî piştre axivî û ev tişt anî ziman: “Me îro careke din li şahidekî bişaîbe guhdarî kir. îfadeyên danîne pêşiya wî xwend. Ji ber ku me qet axaftineke herikbar nedît. Ne got bê ka ev agahî ji ku hîn kiriye. Li gorî me derheqê wî de doz heye û ji bo ji poşmantiyê sûd bigire jî bûye şahidê nepen. Hemû îfadeyên wî ji hêla polîsan ve hatine amadekirin û dixwaze ji cezayê xwe xelas bike. Lewma divê îfadeyên wî esas neyên girtin.”    Parêzeran piştî îfadeyên nepen ji bo parastinê dem xwestin.    Şandeya dadgehê jî biryar da ku îfadeyên şahid di mutalaayê de cih bigirin, daxwaza dem a parêzeran qebûl kir û danişîn taloqî 30’ê nîsanê kir.