Meşvanên Azadiyê çûn ser gora Apê Mûsa 2024-02-08 20:26:24   MÊRDÎN – Meşvanên Azadiyê li Nisêbînê çûn serdana gora zanayê kurd Musa Anter.   "Meşa Azadiyê ya Mezin" ku bi daxwaza azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd ji du baskan ve dest pê kir, di roja 8'an de li Nisêbînê bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin. Heyet piştî meşa li navenda navçeyê derbasî Rêxistina Navçeyê ya DEM Partiyê bû û piştre gora zanayê kurd Mûsa Anter (Apê Musa) ya li gundê Sitilîlê ziyaret kir.   Şandeyê qurnefîl danîn ser gora Mûsa Anter. Şande bernameya xwe bi serdanan didomîne.