Serlêdana li ÎHÎK'ê ya ji bo Abdullah Ocalan hat redkirin 2024-02-08 20:33:30   ENQERE - Parlamenterên DEM Partiyê  ji bo hevdîtina lezgîn a bi RêberêPKK'ê Abdullah Ocalan re bikin banga civîna lezgîn li ÎHÎK’ê kiribûn. ÎHÎK bi bersiva ku ji bo civînê hejmar têrê nake û ne pêkan e ku civîn pêk were, da.   Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî ji bo hevdîtinê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 25 sal in li Girtîgeha Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de tê girtin, bikin di 16’ê Mijdarê de serî li Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan (ÎHÎK) da.   ÎHÎK'ê di 7'ê Kanûnê de li ser vê daxwazê ​​daxuyanî da û diyar kir ku ev daxwaz hatiye redkirin û eger Komîsyona Jêr guncav bibîne dikare Abdullah Ocalan bê ziyaretkirin. Li ser vê yekê, parlamenterên DEM Partiyê ji bo “civîna lezgîn”, lêkolînê û serdanê di 12’ê Kanûnê de serî li Komîsyona Jêr da.   ÎHÎK'ê îro li ser vê serlêdanê bal kişand ser xala 26'an a qanûna meclisê û diyar kir ku di vê madeyê de tenê serokê komîsyonê dikare civînekê li dar bixe. ÎHÎK’ê bal kişand ser xala xala çaremîn a heman madeyê, diyar kir ku tê pêşbînîkirin ku komîsyon li ser daxwaza ji sê parên komîsyonê bicive, lê di nav wekîlên ku serlêdan kirine de tenê Newroz Uysal endama komîsyonê ye û ji ber vê yekê ji aliyê teknîkî ve ne pêkan bû ku komîsyon bicive. ÎHÎK'ê anî ziman ku hejmara endamên komîsyonê 10 e û eger herî kêm ji sê parên wan daxwazan bikin biryara civînê tê girtin.   ÎHÎK'ê daxuyand ku li ser daxwaza endamên xwe civiyane û li ser daxwaza Uysal di 31'ê Çileyê de li hev civiyane, lê Komîsyona Jêr ev daxwaz red kiriye.