Înfaza Koç ê 31 sal in girtî ye careke din hat taloqkirin 2024-02-09 09:03:00 AMED - Alî Koçan ê ku 31 salan girtî ye û niha di Gîrtîgeha Tîpa T a Karabukê de ye, înfaza wî careke din hat taloqkirin.  Alî Koç ku di 15'ê kanûna 1992'yan de li Amedê hatiye girtin û ji aliyê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) ya Amedê ve bi îdiaya "Xerakirina yekitî û yekpareyiya dewletê" cezayê muebedê lê hatiye birîn, zêdeyî 31 sal in di girtîgehê de ye. Koç ku piştî girtîgehên Amed û Dîlokê 16 sal in li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Karabûkê tê girtin, diviyabû di 15'ê kanûna 2022'yan de bihata berdan lê ji ber biryara Lijneya Îdare û Çavdêriyê nehat berdan. Heyetê bi hinceta 26 cezayên cuda yên dîsîplînê li Koç hatine birîn û ji girtiyên siyasî dûr neketiye, înfaza wî salekê taloq kir.    Şandeya Çavdêrî û Îdareyê piştî salekê di meha çileyê de careke din rewşa berdana Koç nirxand û bi heman hincetê careke din înfaza wî taloq kir. Lijneyê vê carê înfaza Koç 3 mehan taloq kir.   Koç ku têkildarî mijarê bi malbatê re axivî , ragihand ku li wir ji 24 girtiyan înfaza 14 girtiyan qediyaye lê nayên berdan û bang li raya giştî kir ku di vî warî de hesas be.