Bi 'rayeya amîrtiyê' ji gelek kesan pere stendiye 2024-02-09 09:06:46 STENBOL - Alî Ozmen ê ku gava li Nexweşxaneya Bajêr a Prof. Dr. Suleyman Yalçin a Goztepeyê xebitiye "rayeya amîrtiyê" bi kar aniye û ji gelek kesan pere stendiye. Xebatkarê nexweşxaneyê N.Ş. li dadgehê û CÎMER'ê giliyê Ozmen kir.    Hatibû derpêşkirin ku Alî Ozmen ê ku gava li Nexweşxaneya Bajêr a Prof. Dr. Suleyman Yalçin a Goztepeyê xebitiye, "rayeya amîrtiyê" bi kar aniye û ji gelek kesan pere stendiye. Bûyera navborî bi nûçeya ajansa me http://mezopotamyaajansi35.com/tum-haberler/content/view/218600 bûbû rojev. Piştî vê derket holê ku Ozmen pere ji gelek xebatkarên nexweşxaneyê stendiye.    Hat îdiakirin ku Ozmen ji gelek kesên di Klînîka Radyolojiyê de dixebitin bi rayeya xwe ya amîrtiyê û bi hnceta "zarokekî wî yê astengdar heye, pere stendiye. Hat îdiakirin ku herî dawî 100 hezar TL ji xebatkarê nexweşxaneyê N.Ş. stendiye.    N.Ş. jî têkildarî vê serî li Daîreya Îcra ya Giştî ya 4'em a Bûrsayê da û giliyê Alî Ozmen kir.    SERÎ LI CÎMERÊ JÎ DA   N.Ş. ku têkildarî mijarê serî li Navenda Rgihandinê ya Seorkkomartiyê (CÎMER) da, di daxwaznameya xwe de diyar kiriye ku Alî Ozmen wî û gelek kesên din xapandiye û di warê madî û manevî de êşandiye.    Têkildarî mijarê me xwe gihand Ozmen, lê belê Ozmen pirsên me nebersivandin.    MA/ Omer Îbrahîmoglû