Sefîrê Almanyayê Schulz DEM Partî ziyaret kir 2024-02-09 12:48:36   ENQERE - Sefîrê Almanyayê Jurgen Schulz, serdana Hevserokên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan kir.    Sefîrê Almanyayê Jurgen Schulz û şandeya pê re Navenda Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ziyaret kir. Şande ji hêla Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan û Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve Berdan Ozturk ve hate pêşwazîkirin.    Hat destnîşankirin ku di hevdîtinê de têkildarî geşedanên di rojevê de û li herêmê diqewiminnêrîn hatine parvekirin.