Rojnamevan Selamet Turan hate binçavkirin 2024-02-09 13:48:02   ŞIRNEX - Rojnamevan Selamet Turan ji hêla polîsan ve hate binçavkirin.    Rojnamevan Selamet Turan li navçeya Cizîra Şirnexê hate binçavkirin. Polîsên serê sibehê çûne mala Turan a li taxa Çemkûrkê, di nava malê de lêgerîn kirin. Piştî lêgerînê Turan hate binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Şirnexê.    Sedema binçavkirina Turan nehat zanîn.