Li Amedê têkildarî 536 avahiyên dîrokî pirtûk hat amadekirin 2024-02-09 14:17:53   AMED - DTSO û TMMOB’ê têkildarî 536 avahiyên dîrokî yên tescîlkirî û hêjayî tescîlkirinê, pirtûkek amade kir û danasîna pirtûkê kir.    Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê û Lijneya Koordînasyona Bajar (ÎKK) a Yekitiya Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) a Amedê xebata xwe ya bi komeke ji avahîsaz, endezyarên nexşeyê û arkeologan pêk dihat a têkildarî avahiyên tescîlkirî û hêjayî tescîlkirinê ne temam kir. Di çarçoveya xebatê de 536 neguhêzbarên çandî hatin tespîtkirin û xebatên nûkirinê hatin meşandin. Agahiyên têkildarî avadaniyên dîrokî de hatin nûkirin û wêneyên wan hatin kişandin. Daneyên têkildarî xebata di sala 2023’yan de hatibû temamkirin, weke pirtûka bi navê “Avahiyên Tescîlkirî û Yên Hêjayî Tescîlkirinê Yên Bajarê Amedê” hate amadekirin.    'EM XWEDÎ LI MÎRATEYA XWE YA ÇANDÎ DERDIKEVIN’   Lansmana pirtûkê îro li Navenda Gastro Înovasyonê hate kirin. Sekreterê ÎKK’a TMMOB a Amedê Alîcan Çetînkaya li vir axivî û wiha got: “Em ê xwedîderketina xwe ya li Sûr û Hewselê ku aydê hemû gelên cîhanê ne bidomînin. Bi vê xebata xwe re me careke din nîşan da bê ka heke mirov bixwaze û bi hev re tevbigere dikare çi bike. Vê xebatê careke din nîşanî me da bê ka çend mîrateyên me yên dîrokî hene ku li benda dîtinê ne.”    Serokê DTSO’yê Mehmet Kaya jî girîngiya xebatê vegot û ev tişt anî ziman: “Tevî DTSO’yê em ê her tim bi Platforma Bajar re xebatan bimeşînin. Armanca me ya esasî ew e ku xwedî li mîrateya xwe derkevin. Em dizanin bê ka di vê mijarê de bajarê me bajarekî çiqas dewlemend e.”    'CIVAK BÊYÎ HAFIZE NABE’   Avahîsaz Kiymet Yildiz jî wiha got: “Civakek bêhafize nabe. Me jî ji bo tespîtkirina vê hafizeyê û parastina wê ev xebat meşand. Yek ji aliyê herî girîng ê ku Amedê ji herêmên din cuda dike ew e ku dergûştiya gelek civakan kiriye. Em li dijî hewldana tunekirina civakê derketin. Ev xebat, ji bo hafizeya bajar girîng bû. Li Amed û Kurdistanê hêj gelek avahiyên din ên dîrokî hene lê nehatine belgekirin. Bi vê xebata xwe me armanc kir ku hinekan jê belge bikin.”