Di doza GOÇÎZDER’ê de biryara beraetê hate dayîn 2024-02-09 14:19:28   STENBOL - Danişîna biryarê ya doza derbarê 24 kesan de ku endam û rêveberên GOÇÎZDER’ê jî di nav de hatiye vekirin hate lidarxistin. Di danişînê de derbarê 23 kesan de biryara beraetê hate dayîn û derbarê kesekî de ji “propagandaya rêxistinê” cezayê hefsê hate dayîn.    Danişîna biryarê ya Doza derbarê 24 kesên negirtî tên darizandin de ku endam û rêveberên Komeleya Şopandina Koçê (GOÇÎZDER) jî di nav de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatiye vekirin, li Kampusa Girtîgeha Sîlîvrî ya Marmarayê hate lidarxistin. Ji bilî kesên tên darizandin û parêzerên wan gelek hiqûqnas jî tev li dozê bûn.    Dozger mûtalaya xwe ya beriya niha ku ji bo 23 kesan daxwaza beraetê kiribû û xwestibû kesek jî bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” bê cezakirin dubare kir.     BIRYARA BERAETÊ     Şandeya dadgehê ya pişt re biryara xwe aşkere kir, derbarê 23 kesan de ji ber “delîlên teqez û pêbawer” nehatine bidestxistin yek bi yek biryara beraetê da. Şandeya dadgehê derbarê endamê GOÇÎZDER’ê Berkant Yilmaz de jî bi hinceta parvekirinên wî yên medyaya dîjîtal bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” salek û 6 meh û 22 roj cezayê hefsê birî. Şandeyê cezayê li Yilmaz birî taloq kir.