Şaredarê AKP’î îstîfa kir 2024-02-09 15:43:30   NAVENDA NÛÇEYAN - Şaredarê Dutaxê yê AKP’î Bulent Dûrû ji partiya xwe îstîfa kir.    Bulent Dûrû yê di hilbijartinên 2019’an de li navçeya Dutax a Agiriyê ji Partiya Yekitiya Mezin (BBP) weke şaredar hatibû hilbijartin û pişt re derbasî AKP’ê bûbû, beriya hilbijartinên herêmî yên 31’ê adarê ji partiya xwe îstîfa kir. Hate zanîn ku ji ber Dûrû di hilbijartinên herêmî de jinûve weke namzet nehatiye nîşandan îstîfa kiriye.