Endamê MYK'ê yê SGDF'ê Koyûn hat girtin 2024-02-09 23:05:33       NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê MYK'ê yê SGDF'ê Muslum Koyûn ê li Eskîşehîrê di serdegirtina polîsan de hate binçavkirin, hat girtin. Hat diyarkirin ku Koyûn ê ku di serdegirtinê de rastî îşkenceyê hat û li nexweşxaneya ku ji bo tedawiyê rakirine ji ser hişê xwe çû.   Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî ya Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Muslum Koyûn, li Eskîşehîrê bi hinceta parvekirinên medyaya dijîtal hat binçavkirin, piştî êşkenceyê hat girtin.   POLÎSAN ÎŞKENCE LÊ KIRIN   Di daxuyaniya li ser hesabê medyaya dijîtal a SGDF'ê de hat ragihandin ku di serdegirtinê de mala Muslum Koyûn hatiye talankirin, polîsan bi qûntaxa çekê li serê wî xistin û birîndar kirin, piştre jî gelek caran lê xistin û pêl pişta wî kirin.   Hat diyarkirin ku Koyûn ê ku rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Eskîşehîrê Yunus Emre jî li wir êşkenceyê lê kirin, serê wî li erdê xistin û ji ber êşkenceyê li nexweşxaneyê ji ser hişê xwe çû.   Piştî vê yekê Muslum Koyûn ji aliyê Dadgeha Cezayê Sulhê ya Eskîşehîrê ve bi hinceta parvekirinên medyaya dijîtal hat girtin û şandin girtîgehê.