Li Sêrtê ciwanek hat girtin 2024-02-09 23:59:03   SÊRT – Ciwanê bi navê Serhat Baykara ku duh şev di serdegirtina malê de hatibû binçavkirin, hat girtin.   Duh bişev di saet nêzî 21.00’ê de polîsan li Taxên Nû û Çalê li ser malan de girtibûn û bi hinceta “Li ser dîwaran nivîs nivîsandine û propagandaya rêxistinê kirine” ciwanên bi navê Serhat Baykara (22) û Yûsûf Ozbay binçav kiribûn. Îro danê êvarê her du ciwan sewqî dadgehê hatin kirin û Serhat Baykara bi hinceta “propagandaya rêxistinê kiriye” hat girtin. Baykara şandin Girtîgeha Batmanê.   Her wiha Yûsûf Ozbay jî bi şertê kontrola edlî hat berdan.