Parêzera Huda Kayayê: Biryara girtinê siyasî ye 2024-02-10 09:22:53 STENBOL- Zîlan Leventoglûyê, parêzera parlamentera HDP'ê ya berê Huda Kayayê ku bi hinceta "gumana revê" hat girtin, diyar kir ku lêpirsîn ji destpêkê ve nehiqûqî ye û got ku biryara girtinê biryareke siyasî ye.   Parlamentera berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Huda Kaya ku di 1'ê mijdara 2023'yan de di çarçoveya lêpirsîna Kobanê de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hatibû destpêkirin hatibû binçavkirin, ji aliyê 4'emîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Enqereyê ve hatibû girtin. Kaya bi hinceta" gumana revê" zêdetirî 3 meh in di Girtîgeha Marmarayê (Sîlîvriyê) de ye.    Parêzera wê Zîlan Leventoglûyê diyar kir ku lêpirsîn ji destpêkê ve bi awayekî derqanûnî û bi hinceteke siyasî hatiye kirin. Leventoglûyê destnîşan kir ku di dosyayê de biryara nepenîtiyê heye, lê tevî îtîrazên jî nehatiye rakirin. Leventoglûyê got: “Tişta ku em der barê dosyeyê de dizanin ev e ku ji ber bûyerên Kobanê yên 6-8’ê Cotmeha 2014’an lêpirsîn hatiye vekirin. Ji xeynî vê di dema îfade û lêpirsînê de der barê kiryarên ku îsnadî Huda Xanimê hatine kirin de tu agahî nehatin dayîn."   Prz. Zîlan Leventoglûyê   ‘MIDÛRIYETA POLÎSAN DÎMEN SERWÎS KIRIN'   Leventoglûyê diyar kir ku wêneyê Kayayê yê kelepçekirî ji aliyê polîsan ve hatiye serwîskirin û wiha got: “Dema ku Huda Xanim hat desteserkirin û kelepçekirin, Midûriyeta Polîsan a Bajêr bi awayekî derhiqûqî dîmenên ewlehiyê belav kirin. Me jî der barê vê de serlêdana sûcîkir. Ew niha bi tena serê xwe tê girtin û mîna piraniya girtiyan, pirsgirêk hene; çi di warê nameyan de çi jî di warê dabînkirina pêdiviyan de."    Leventoglûyê anî ziman ku der barê dosyeyê de agahî negirtine û got: “Ji ber vê yekê mafê me yê parastinê li hemberî kiryarên ku li me tên kirin hatiye astengkirin. Piştî lêpirsîna ku meha tîrmehê dest pê kir, em hîn bûn ku çendî Huda Xanim bi mehan e li ber çavan bûye jî der barê wê de biryara 'firariyê' hatiye dayîn. Piştre me hem bi nivîskî û em jî bi devkî çend caran girt ku muwekîla me li vir e û dixwaze îfadeyê bide, lê bi tu awayî îfadeya wê  nehat girtin. Û biryara 'firariyê' nehat rakirin. Çendî wê bi xwe jî dem û saeta bilêtê ragihandiye dozgeriyê jî, li balafirgehê hat binçavkirin û paşê hat girtin. Em tim dibêjin, ev pêvajoyê pêvajoyeke bêhiqûqî ye û me ev yek bi delîlan eşkere kiriye. Muwekîla me hê jî girtiye, neberdana wê bêhiqûqîtî ye."    BIRYARÊN SIYASÎ   Leventoglûyê bal kişand ku biryarên der barê gelek siyasetmedarên wekî Kayayê de hatine girtin siyasî ne û wiha dewam kir: “Eşkere ye ku girtina heyî ne li gorî hiqûqê ye û berdewamkirina vê girtinê jî wê ne li gorî hiqûqê be. Lewma dema em ji aliyê hiqûqî ve lê dinêrin, em dibînin ku divê girtina Huda Xanimê rojek berî rojekê bi dawî bibe. Lê belê wekî min got, ji ber ku pêvajo ne li gorî hiqûqê ye, tenê bi hincetên hiqûqî nirxandina vê binçavkirinê nikare encameke rast bide."    MA/ Omer Îbrahîmoglû