Namzetên Hevşaredariyê yên Hawêlê: Em ê bi paradîgmaya azadiya jinê tevbigerin 2024-02-10 09:38:05   SÊRT - Namzetên Hevşaredariyê yên navçeya Hawêl a Sêrtê Şefîk Gunel û Sumeyye Karasû diyar kirin ku ew ê paradîgmaya azadiya jinê esas bigirin û gotin: "Heke em di vê hilbijartinê de bi ser bikevin, em ê feraseta xizmetkirinê li gelê xwe vegerînin û bi vê feraseta xizmetê gelê xwe bi pêş ve bibin."    Li navçeya Hawêl ya Sêrtê namzetên hevşaredariyê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Remzî Sarsilmaz û Gulden Gulmez di hilbijartinên herêmî yên 2019'an de bi 902 dengan bi ser ketin. Lê di 15'ê adara 2020'i de Qeymeqamê Hawêlê yê wê demê Mehmet Tûnç ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ve weke qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin. Namzetên Hawêlê Şefîk Gunel û Sumeyye Karasû (22) ku ji aliyê gel ve hatin hilbijartin, diyar kirin ku ew ê tevî hilbijêrên li navçeyê hatine veguhestin jî di hilbijartina 31’ê adarê de bi ser bikevin.   Namzetê Hevşaredariyê yê Hawêlê Şefîk Gunel diyar kir ku xwendina xwe ya seretayî, navîn û amadehiyê li Hawêlê qedandiye û li Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê mamostetiya tirkî qedandiye. Gunel da zanîn ku 14 salan li Hewêlê mamostetî kiriye û nêzî 20 sal in jî li Baykansporê bi topê lîstiye.   ‘HEWÊL JI HEMÛ PÊKHATEYÊN CIVAKÊ PÊK TÊ’   Gunel diyar kir ku Hawêl ji aliyê erdnîgariyê ve cihekî pir xweş e û wiha got: “Welatekî pir xweş e ku ji çar aliyan ve bi çiyayan hatiye dorpêçkirin û çemek tê re derbas dibe. Xelkê Hawêlê di nav keskahiyê de dijî. Dîroka navçeyê vedigere sala 1947’an. Mirovên ji gund û bajarên derdorê hatin vir avakirin û ev der ji hemû pêkhateyên civakê pêk tê.”   ‘PIRSGIRÊK PIRIN LEWMA NAYÊN ZIMAN’   Gunel bal kişand ser pirsgirêkên Hewêlê û got ku pirsgirêkên Hewêlê ew qas pir in ku mirov nikare bihejmêre. Gunel diyar kir ku tayînkirina qeyûman Hewêl paşve biriye û wiha dirêj kir: “Mixabin ev pergala ku qeyûm tayîn dike, xizmeta Hewêlê nake. Ji ber ku xizmet nayê kirin Hewêl bi paş ve diçe û gel bi xwe jî ji vê yekê nerazî ye. Şaredarî saziyeke ku li ser esasê xizmeta gel hatiye avakirin e. Lê mixabin saziya ku xizmetê dide gel, niha xizmetên heyî jî paşve girtiye. Gelê Hewêlê jî vê yekê bi zelalî dibîne. Pêwîste ev pergala qeyûm di zûtirîn demê de ji Hewêlê derkeve. Feraseta şaredariyê ji feraseta xizmetguzariyê dûr ket û veguherî qezencê. AKP û qeyûmên tayînkirî ji bo dostên xwe û alîgirên xwe dixebitin. Heke em di vê hilbijartinê de bi ser bikevin, înşellah em ê feraseta xizmetkirina gel ji nû ve bînin û bi vê feraseta xizmetguzariyê dîsa gel bi pêş ve bibin.”   ‘PIRSGIRÊKA SEREKE AV E’   Gunel diyar kir ku hemû kolanên Hewêlê ji aliyê fizîkî ve wêran bûne û destnîşan kir ku welatî nikarin li kolanan bimeşin. Gunel anî ziman ku divê ev bedewiya erdnîgariya Hewêlê bi awayekî herî baş bê bikaranîn, lê belê ev bedewî ji aliyê qeyûm ve hat paşguhkirin û wiha berdewam kir: “Em ji bo çareserkirina van pirsgirêkan bi çêkirina projeyan hatin vir. Berpirsiyariya me ya ewil dê çêkirina rêyên kolanan be. Em ê li her taxê qadên lîstikê yên zarokan ava bikin. Pirsgirêka avê pirsgirêka sereke ya Hewêlê ye. Di mehên havînê de tenê saetekê av ji tevahiya navçeyê re tê dayîn. Ma ev qeyûmê ku hemû derfetên dewletê bi kar tîne, nikare vê pirsgirêka Hewêlê çareser bike? Em ji bo çareseriyê amade ne û em ê çareser bikin. Ji çar aliyê Hewêlê av derdikeve lê xelkê Hewêlê tî mane. Ma xizmet tenê rojê saetekê av dayîn e?  Em ê vê çemê Hewêlê baş bi kar bînin û ji bo çalakiyên civakî qadan vekin. (Çevre Yolu) çêkirin, lê ger nehata çêkirin dê çêtir bûya. Gelê me nikare li wir bimeşe. Em ê li ser rêya (çevre yolu) daran biçînin û rêya meş û bisîkletê ava bikin.”   ‘DIVÊ EM VÎ QEYÛMÎ BIŞÎNIN’   Gunel anî ziman ku divê gelê Hewêlê dawî li vê nêzîkatiya qeyûm bîne û got ku divê qeyûm ji nava gelê Hewêl derkeve. Gunel wiha domand: “Ev yek wê bi me û gel re pêk were. Ji bo xizmeta rasteqîn ji gelê Hewêl re bê kirin divê beriya her tiştî em vî qeyûmî bişînin. Dema em kurd yekî dişînin, em avê li pişt wî dirijînin da ku ew bi silametî biçe û bi heman awayî vegere. Lê em ê vî qeyûmî bi gel re li Hewêlê bişînin û avê jî li dû wî narijînin. Ew qeyûm êdî venagere.”   ‘EM Ê NAVENDA PIŞTEVANIYÊ YA JINAN DÎSA VEKIN’   Namzeta Hevşaredariyê Sumeyye Karasûyê jî diyar kir ku wê jiyana xwe ya perwerdehiyê li Sêrtê qedandiye û du serdeman jî Hevserokatiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Hewêlê kiriye. Karasûyê wiha berdewam kir: “Niha li Hewêlê jin ji aliyê mêran ve tên paşxistin.Karê me yê yekem ew e ku em Navenda Piştevaniyê ya Jinan ya ku ji aliyê qeyûm ve hatiye girtin ji nû ve vekin, da ku vê rewşê bişkînin. Li Navenda Piştevaniyê ya Jinan, jinan hem ji bo xwe hem jî ji bo malbatên xwe tevkariyê dikirin û bi xwe bawer bûn. Em ê piştî şandina qeyûm wêderê dîsa bixin xizmeta jinan.”   ‘EM Ê JI JINAN RE QADAN BIAFIRÎNIN’   Karasûyê diyar kir ku jin ji bo wan bi qîmet in û got ku wan ev bar ji bo jinan girtiye li ser milên xwe. Karasûyê da zanîn ku weke jin ew ê bibe nûner û hêza jinan a li Hewêlê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em ê bi her awayî derfetên xebatê pêşkêşî jinan bikin û ji wan re qadan biafirînin. Beriya her tiştî em ê paradîgmaya azadiya jinê esas digire ava bikin, şaxên jinan aktîf bikin û bi hevalên xwe yên jin re pirsgirêkên Hewêlê çareser bikin. Banga min ji gel û jinên Hewêl re ew e ku em werin cem hev û em vî qeyûmî bişînin cihê ku heq dike.”   MA - Bazîd Evren