Meşvanên Azadiyê li Dêrîkê ne: Dengê birêz Ocalan dengê azadiyê ye 2024-02-10 15:26:05 MÊRDÎN -  Milê Wanê yê "Meşa Azadiyê ya Mezin" li Dêrikê bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin. Ji DEM Partiyê Gulderen Varli ku li vir axivî, got: "Dengê birêz Ocalan dengê azadiyê ye. Tenê Birêz Ocalan dikare ji bo kurdan û gelên Tirkiyeyê wekhevî û azadiyê bîne."   Milê Wanê ya yê "Meşa Azadiyê ya Mezin" ku ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê 25 sal in li Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de ye û 35 meh in bi tu awayî agahî jê nayê girtin, hat destpêkirin mela xwe li Mêrdînê didomîne. Piştî bernameya li Qoserê bi dawî bû, girse hat navçeya Dêrikê. Meşvanên Azadiyê ku li Ektîren Petrolê ya Dêrikê bi coş hatin pêşwazîkirin, ji Dortyolê heya Qada Dêrîkê meşiyan. Meşvanên Azadiyê bi tîlîliyan hatin pêşwazîkirin. Di meşê de bênavber dirûşmeyên "Bîjî Serok Apo" û "Bîjî berxwedana zindanan" hatin berzkirin.     Di meşê de jinan cil û bergên xwe yên neteweyî li xwe kirin, ji 7 salî heta 70 saliyan bi dehan kes amade bûn. Di meşê de ku zarokan jî cil û bergên neteweyî li xwe kiribûn, dîmenên rengîn derketin holê. Welatiyên di rê de û dikandarên li derdorê jî bi çepik û dirûşmeyan piştgirî dan girseyê û hin welatî jî di şaneşînên xwe de nîşaneya serketinê kirin.    Paşê girse çû Qada Dêrikê. Li vir daxuyanî hat dayîn.    Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulderen Varli bibîr xist ku îro roja 10'emîn a meşê ye û got: "Wan, Serhed û Botan silav ji we re şandin. Bi sedsalan e polîtîkayên zextê li ser kurdan tê meşandin. Divê aştî bê xaka Tirkiye û Kurdistanê, divê azadî were. Û dengê vê aştî û azadiyê birêz Ocalan e. Dawî li vê tecrîdê bînin, dawî li vê zilmê bînin. Gel ji bo vê diqîre. Dengê birêz Ocalan dengê azadiyê ye. Tenê birêz Ocalan dikare ji bo kurdan û gelên Tirkiyeyê wekhevî û azadiyê bîne."   Piştî axaftinan Meşvanên Azadiyê paşê derbasî avahiya DEM Partiyê ya Dêrikê bûn. Meşvanên Azadiyê dê îro li Dêrikê bimînin û sibê jî biçin navçeya Serêkaniyê û Wêranşar ên Rihayê.