Li Dêrsimê namzeta jin diyar bû 2024-02-10 17:44:37   DÊRSIM - Li Dêrsimê di pêşhilbijartinên DEM Partiyê de ji namzetên jin Bîrsen Orhan wekî namzet hat bijartin. Bernamzetên mêr di tûra ewil de bi ser neketin, dê tûra duyan a hilbijartinê sibê bê lidarxistin.    Li Dêrsimê di pêşhilbijartinên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji 3 bernamzetên jin Bîrsen Orhan di tûra ewil de 286 deng wergirtin û wekî namzeta Dêrsimê ya DEM Partiyê hat hilbijartin.    Di pêşhilbijartinê de ku 469 delege çûn ser sindoqê, ji bernamzetên mêr kes nheta hilbijartin. Ji bernamazetên mêr Cevdet Konak bi 122 dengan û Beycan Bayrak jî bi 102 dengan man tûra duyan.    Tûra duyan a pêşhilbijartinê dê sibê saet di 10:00'an de bê lidarxistin.